Li Norveçê ji bo Rojava mitîng hat lidarxistin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Norveçê bi hezaran kes daketa qadan û li dijî êrişên ser Rojava mitîng li dar xist. Di mitîngê de êriş hate protestokirin û peyamên xwedîderketina li berxwedanê hate dayin. 

Bertekên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de li sêyemîn bajarê mezin ê Norweçê Trondheimê meş û mitîngeke mezin hat lidarxistin. 
 
Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevli mitîngê bûn û êrişên ser Rojava protesto kirin.  Mitîng, duh li Qada Torg a Trondheimê dest pê kir. Di mitîngê de Kurd, dostên wan ên Norweçî û nûnerên partiyên siyasî axivîn û êrişên li ser Rojava şermezar kirin.
 
Tevî hewaya sar jî bi hezaran kes piştî mitîngê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan yek welat e”, “Ez li benda Rojava me” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
Nûçeyên Têkildar
Enternasyonalîsta ewropî Rose: Rojavaya bihêz tê wateya bihêzbûna me tevan
Enternasyonalîsta ewropî Rose: Rojavaya bihêz tê wateya bihêzbûna me tevan

Enternasyonalîsta ewropî Rose, diyar kir ku hêzên navneteweyî yên qaşo dibêjin mafên jinan diparêzein êrişî şoreşa jinê ya li Rojava dikin û got: “Rojava ya bihêz tê wateya bihêzbûna me tevan. Êrişa li dijî Rojava jî êrişa li dijî me tevan e.”

Dê li Ewropayê meşên 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojavayê re' bên lidarxistin
Dê li Ewropayê meşên 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojavayê re' bên lidarxistin

Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever diyar kir ku ew ê di 14'ê Sibatê de li gelek bajarên Ewropayê, di serî de li Strasbourgê, meşên bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Ocalan, Statu ji bo Rojavayê" li dar bixin.

Partiya Kesk a Ewropayê: Piştgiriya ji bo HTŞ’ê dê zemîna êrişên cîhadîst amade dike
Partiya Kesk a Ewropayê: Piştgiriya ji bo HTŞ’ê dê zemîna êrişên cîhadîst amade dike

Partiya Kesk a Ewropayê, ji bo piştgiriya Rojava û Kurdan bang kir û diyar kir HSD’ê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rolekî sereke lîstiye ji bo ewlehiya herêm û Ewropayê berdêlên giran dane.

Endamê Koordînasyona EFFP'ê Aktaş: Em ê dengê Rojava li her derê bilind bikin
Endamê Koordînasyona EFFP'ê Aktaş: Em ê dengê Rojava li her derê bilind bikin

Endamê Koordînasyona EFFP’ê Ercan Jan Aktaş diyar kir ku konferansa ku dê li Kolnê bê lidarxistin, dê endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslimê jî beşdar bibe û got: “Em dibêjin an hovitî an Rojava.”

Li Fransayê çalakiyên ji bo piştevaniya bi Rojava re
Li Fransayê çalakiyên ji bo piştevaniya bi Rojava re

Kurdistanî û dostên wan dê di 30-31’ê Çileyê de ji bo Rojava li Fransayê dîsa dakevin qadan.