Li Awûstûryayê gel ji bo Rojava li ser pêya ye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Viyana, Salzburg, Vorarlberg û Grazê bi deh hezaran kes daket kolanan û êrişên sr Rojava şermezar kir û banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir. 
 
Li Viyana, Salzburg, Graz û Bregenzê bi hezaran kes li dijî êrişên ser Rojava daketin qadan û êriş protesto kir. 
 
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê nêzî 15 hezar Kurdistanî û dostên wan li Votivparkê civiyan. Beşdaran bi cil û bergên neteweyî li qadê cih girtin, pankart vekirin û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên “Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir, niha dor li ser DYA û Ewropayê ye: Kurdan li dijî DAIŞ’ê biparêzin”, “Al Colanî dikuje, Von der Leyen fînanse dike”, “Hebûna me ne şer be” û “Tu nikarî iradeya jinên Kurd bi porê wan bişkîne” hatin hilgirtin. 
 
Meş ji aliyê “Platforma Kurdistan” a ku ji bo Rojava nû hatiye avakirin ve hate rêzxistin kirin. Ev platform gelek rêxistin û partiyan li hev tîne: Dem Kurd, Mala Kobanê, Feykom, Komeleya Rojava, MSD, Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, PYD, Tevgera Jin, Kulturzentrum Alevî, Shams Organisation, PDK-Irak, Federasyona Kurdî, Revenda Kurdistanî, PDK-Îran, PJAK û gelekên din.
 
Li SALZBURG’ê HEZAR KES LI QADAN IN: STATUYA ROJAVA NAS BIKIN 
 
Li ber Hauptbahnhof’a Salzburg’ê nêzî 2 hezar kes kom bûn û qirkirina li Rojava protesto kirin. Bi pankart, al û daxwaznameyan kortêj hate çêkirin, li pêş jin û zarok hebûn. Di meşê de ber bi navenda bajêr ve gelek caran dirûşmên “Colanî û çeteyên barbar ên DAIŞ’ê derkevin” “Jin, jiyan, azadî”, “Hûn nikarin hêviya me bişikînin”, “Bi hêza rêxistinkirî ya jinan em ê we di şerê Kurdistanê de têk bibin” û “Hûn dikarin me bê av û xwarin bihêlin, sar bikin, ronahiya me vemirînin, lê hêviya me nikarin bikujin!” hatin berzkirin.
 
Bi daxuyaniyan bang hate kirin ku êrişên leşkerî yên li ser Rojava tavilê bên rawestandin, statuya Rojava bê naskirin û şoreşa jinê bê parastin.
 
Li FELDKIRCH’Ê MEŞ
 
Li bajarê Feldkirch ê eyaleta Vorarlberg a Avusturyayê, RKP û Komeleya Çanda Sara meşa “Defend Rojava” li dar xist. Kurd û dostên wan ji Bahnhofsplatz ber bi Marktplatz ve meşiyan û êrişên li ser Rojava protesto kirin. Piştî meşê şermezarkirin çêbû. Zarokan helbest xwendin û qirkirina li Rojava şermezar kirin. Gel di meşê de gelek caran dirûşma “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin.
 
Li ser navê Komeleya Çanda Sara Kamuran Sindî got: “Em Kurd bi berxwedanê hebûn. Em bi hêza xwe bawer in.” Li ser navê Partiya Komunîst a Şoreşger (RKP) Kurt Bührle got ku ew şoreşa Rojava diparêzin û li kêleka têkoşîna azadiya gelê Kurd in.
 
Li GRAZ’Ê BI SEDAN KESAN PIŞTGIRÎ DAN
 
Li Hauptbahnhof’a Graz’ê bi sedan Kurd kom bûn da ku balê bikşînin ser êrişên qirkirinê yên li ser Rojava. Gelek kesan bi dengekî bilind dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e”, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê” û “Terorîst Erdogan, terorîst Colanî” berz kir. Komîsyona Jinê û dostên Kurd daxuyaniyên li ser pêşketinên dawî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên cîhanê qirkirina li Rojava pejirandine û ev yek hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ruhê netewî û têkoşîn weke faktora herî girîng hate binavkirin. Di dawiya meşê de Marşa Netewî ya Kurdistanê bi hev re hate xwendin.
 
LI BOZENÊ PEYAMA BERXWEDANÊ
 
Li bajarê Bozenê yê eyaleta Başûrê Tîrolê ya Bakurê Îtalyayê, êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Piştî gelek salan cara yekem e ku Kurd li Bozenê ji bo Rojava dîsa çalakiyekê li dar dixin.
 
Kom li Piazza Mazziniyê civiyan û daxuyanî li ser Rojava hatin xwendin. Di çalakiyê de jinan keziyên porê xwe çêkirin û peyama berxwedanê dan.