Bertekên navneteweyî didomin: Jiyan, jiyan, azadî têkoşîna me ye jî

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî êrişên li ser Rojava bertekên navneteweyî berfireh dibin. Siyasetmedar, nivîskarên jin û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Îngilistanê bang li Serokwezîr Keir Starmer û hikumetê kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.
 
Êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ û komên cîhadîst ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin berdewam dikin û  çalakiyên Kurdan û dostên wan li seranserê Brîtanyayê berdewam dikin. Bangên ji bo piştgiriya gelê Kurd û hevgirtina navneteweyî ji siyasetmedar, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl jî zêde dibin.
 
Tevî êrîşên li ser Rojava bi xwepêşandanên li seranserê welêt têne protestokirin jî bertekên ji derdorên siyasî û civaka sivîl berdewam dikin.
 
FYCHAN: EM LI GEL GELÊ KURD IN
 
Li Gallerê parlamentera Plaid Cymru Heledd Fychan diyar kir ku ew bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê de ne û got: "Ramanên min û Plaid Cymru her gav li kêleka têkoşîna gelê Kurd in. Kevneşopiyeke me ya dirêj a hevgirtinê heye; em ê li her deverê ku dengê xwe bilind bikin û li kêleka gelê Kurd bisekinin."
 
REXNÊN LI BÊDENGIYA STARMER KIR
 
Heledd Fychan rexne li bêdengiya Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer kir û diyar kir ku ji ber gelê Kurd rastî êrîşan tê ew xemgîn e û got: "Lê bêdengiya Serokwezîr û lîderên cîhanê îro jî bi heman rengî  cihê xemgîniyê ye."
Heledd Fychan êrîşên artêşa Sûriyeyê li ser kêmneteweyên etnîkî û olî şermezar kir û wiha domand: "Ev êrîş nayên qebûlkirin, divê ev hovîtî bi dawî bibe." Heledd Fychan bang li hikûmeta Brîtanyayê kir ku zexta dîplomatîk li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û serokê wê Ehmed Şara bike da ku rêz li mafên kêmneteweyan bigirin.
 
RAHILA GUPTA: LI ROJAVA PROJEYA DEMOKRATÎK DI HEDEFÊ DE YE
 
Rojnamevan û nivîskareke femînîst û kesayeteke pêşeng tevgera jinan a Black Sisters Rahîla Gupta diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdên li Helebê zêde bûne û fikarên xwe ji bo pêşeroja projeya ku ji hêla gelê Kurd ve li ser bingeha rizgariya jinan û demokrasiyeke pir-etnîkî û berfireh hatiye avakirin anî ziman.
 
'JIN JIYAN AZADÎ TÊKOŞÎNA ME YE JÎ’
 
Rahîla Gupta anî ziman ku avaniya demokratîk û laîk a li Rojava di bin êrîşê de ye û got, “Ev pêşerojê ku bi 'Jin, Jiyan, Azadî' tê parastin, di heman demê de têkoşîna me ye jî. Gelê Kurd di pêşengiya têkoşîna li dijî hêzên rastgir û dij-demokratîk ên li çaraliyê cîhanê dike.”
 
LANDWORKERS’ ALLIANCE PIŞTGIRIYA XWE RAGIHAND
 
Kooperatîfa Karkerên Çandiniyê Landworkers’ Alliance (LWA) xebatên xwe li Brîtanyayê dimeşîen bi daxuyaniyekê hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana rewa ya gelê Rojava ragihand. Kooperatîfê êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina avaniya wê ya demokratîk û pir-etnîkî têkevin nava tevgerê. LWA wiha got: “Em piştgiriyê didin mafê gelê Rojava ku bi azadî bijî û pêşeroja xwe ava bike."