Di sektora pîşesaziyê de hilberîn kêm dibe
ENQERE - Li gor daneyên TUÎK'ê hilberîna pîşesaziyê di meha Çileyê ya sala 2026'an de hem salane hem jî mehane kêm bûye.
Li gor daneyên Endeksa Hilberîna Pîşesaziyê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di Çileya 2026'an de endeksa sektora pîşesaziya hilberînê ji edî 3.4 kêm bûye û endeksa sektora madenvanî û kanên keviran li gor meha borî ji sedî 2.1 kêm bûye.
Hilberîna pîşesaziyê li gor Çileya sala borî di Çileya 2026'an de ji sedî 1.8 kêm bûye. Di sektorên din ên pîşesaziyê yên wekî madenvanî û kanên keviran de salane ji sedî 2.8 kêm bûne. Endeksa sektora pîşesaziyê ku piraniya hilberîna pîşesaziyê pêk tîne, ji sedî 2.5 kêm bûye.
Her wiha endeksa hilberîna ceryan, gaz û buharê û belavkirina wan jî, ji sedî 5.6 zede bûye.