Budçeya 2025’an 1,8 trîlyon lîreyan li kêmiyê da

Parve bike:
ENQERE - Budçeya rêveberiya navendî, di sala 2025’an de  1,8 trîlyon lîreyan li kêmiyê da. 
 
Wezareta Xizîne û Darayî, encamên sepanên budçeya têkildarî Kanûna 2025’an aşkera kir. Li gorî vê, budçeya rêveberiya navendî di Mijdarê de 528,139 milyar TL’an û di tevahiya sala 2025’an de jî 1,8 trîlyon lîreyan li kêmiyê da. Di tevahiya sala 2025’an de jî lêçûnên budçeya rêveberiya navendî bû 14 trîlyon û 634,7 milyar TL û dahatên budçeyê jî bû 12 trîlyon û 835,5 milyar TL. Bi ve yekê re di tevahiya salê de budçeyê 1,8 trîlyon TL’an li kêmiyê da.