Li Rojava çalakiyên ji bo perwerdeya Kurdî berdewam dikin
Li gelek navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê çalakiyên protestoyê yê li dijî biryara Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî perwerdeya Kurdî berdewam dike. Xwendekar û mamosteyan ji hikûmeta veguhêz daxwaz kir ku biryara xwe ya sînordarkirina zimanê Kurdî rawestîne.
- 14:40
Pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn
Pakwanên têkoşîna azadiyê, bi bernameyên ku tên lidarxistin ve tên bibîranîn.
- 14:08
Li Dêrsimê nêçîra pezkoviyan bêdem hat qedexekirin
Li Dêrsimê, nêçîra pezkoviyan bo demeke nesînorkirî û bêdem hat qedexekirin.
- 13:36
TJA’yê bi munasebeta salvegera çalakiyen ‘Jin, jiyan, azadî’ daxuyanî da
TJA'yê bi munasebeta salvera çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” daxuyanî da û got: “Em ê azadî û rêxistinbûna jinan li vê erdnîgariyê serwer bikin.”
- 13:21
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, çû Girava Îmraliyê.
- 12:34
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat banga greva giştî
Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi munasebeta salvegera 4’an a qetilkirina Jina Emînî daxuyaniyek da û li seranserê Rojhilat banga greva giştî ya ji bo 16’ê Îlonê kir.
- 12:33
Li Helebçeyê 22 DAIŞ’î hatin girtin
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihan ku di nava 96 demjimêrên borî de, 22 DAIŞ’î hatine girtin.
- 11:09
Li Kobanê ji bo 2 rojan şîn hat ragihandin
Ji bo 9 kesên ku di encama protestoya qetilkirina Sîpan Hiznî di şewata girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bûn li Kobanê du rojan şîn hat rag
- 10:42
‘Heke biratiya bi Kurdan re tê xwestin, divê Abdullah Ocalan azad bibe’ VÎDEO NÛÇE
Kesên ku beşdarî anîna bîranîna pakrawanên têkoşîna azadiyê bûn, gotin: “Azadiya Serok (Abdullah Ocalan) xeyala şehîdan bû. Em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
- 10:14
Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
Hejmara 185’an a Kovara Jinê bi berga "Ji Şînê Ber Bi Aştiyê Ve: Rastî û Jiyanek Hevbeş" derçû.
- 09:49
Sê xwişk li dor mîrata berxwedanê hatin cem hev
Sê xwişkên ku dema Şahabettîn Îşnaz tevli PKK’ê bû 5, 8 û 10 salî bûn, piştî 37 salan ji bajarên cihê hatin û serê wan bilind, li gel hezaran kesan tev li bîranîna birayê xwe bûn.
- 09:22
Kedkarên perwerdeyê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî pedagojîk û bingehîn e
Karkerên perwerdeyê ku bi sala nû ya perwerde û hîndekariyê re daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê dubare kirin, diyar kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hem mafekî pedagojîk e hem jî mafekî bingehîn e.
- 09:15
Rengên berxwedanê: Min nedikarî bêdeng bimînim DOSYA
Soda Javan a ku şahidiya xwe ya di çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de xêz dike, bi portreyên ku çêdike re hewl dide ku qetilkirina jinan û neheqiya li Îranê bide bihîstin.
- 09:02
- 09:00
Li Serhedê pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn: Em ê xeyalên wan pêk bînin
Li Serhedê di bîranîna ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane peyama “Xeyalên şehîdan ziman, nasname û welateke azad bû, lewma divê em xwedî li xeyalên wan derbikevin" hat dayîn.
- 15:56 12
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, di çalakiya xwe ya 1120'an de banga edalet û hevrûbûnê kirin û aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn.
- 15:50 12
Xizmên windayan: Divê dewlet bi xwe re hevrû bibe
Xizmên Windayan li aqûbeta kesên hatine windakirin pirsîn û Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlonê bibîr xistin.
- 14:33 12
'Aştî tenê bi têkoşîna dayikên Kurd nayê VÎDEO NÛÇE
Dayikên ku beşdarî bîranîna yên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bûn, gotin: “Tenê bi têkoşîna dayikên Kurd aştî nayê” û bang li dayikên Tirk jî kirin ku tevli têkoşînê bibin.
- 14:26 12
‘Eger îro aştiyek çêbibe, ew ê bi saya wan çêbibe' VÎDEO NÛÇE
Jinên ku beşdarî merasîma bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bûn, gotin: "Em şopdarên rêya wan in. Eger îro aştiyek çêbibe, ew ê bi saya wan çêbibe."
- 13:50 12
Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn
Bîranên ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin, li gelek bajaran didomin.
- 13:06 12
Ji bo kurê xwe yê 31 sal berê jiyana xwe ji dest da bîranîn li dar xistin: Em aştiyê dixwazin
Dayik Sîsê û bav Yusuf Karaaslan, li mala xwe merasîmeke bîranînê ji bo kurê xwe Ekrem Karaaslan ku hat ragihandin di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest daye, li dar xistin. Dê û bav doza aştiyê kirine û xwestin ku cihê gora zarokên wan bê dîtin.
- 09:50 12
Li girtîgeha Kobanê şewat: 8 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
Hat diyarkirin ku di şewata li Girtîgeha Kobanê 8 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne.
- 09:38 12
Rêwîtiya 200 kîlometreyî ya ji zozanan ber bi bîranînê ve
Taybet Tekbudak a ku ji zozana Nav Xawiştan a navçeya Şaxê 200 kîlometre bi rê ket û tevli bîranîna yên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bû, got: "A ku dikeve ser milê me jî ew e ku em têkoşîna azadî û aştiyê ya ku wan ji me re hiştiye bigihîjînin armanca wê.”
- 09:12 12
Erdnîgariyên cuda, heman têkoşîn DOSYA
Fazela Mohamed a ji Efrîqaya Başûr diyar kir ku qetilkirina Jina Emînî xaleke destpêkê ye, Gorana Mlinarevic a ji Bosnayê jî destnîşan kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” yek ji wan tevgeran e ku têkoşîna jinan dike hevpar.
- 09:10 12