Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike! 2025-02-15 09:10:11 AMED - Bendava ku DSÎ dixwaze li ser Çemê Nêrdûşê çêbike dê zirarê bide gundên dîrokî yên ku qada SÎT'ê ne. Fadil Bedirhanoglû got ku dê bîranînên wî jî bi bendava ku wekî "projeya felaketê" bi nav kir bikevin bin avê. Ji bo çêkirina bendava ku wê qadên jiyanê yên li Şirnexê tehdîd bike, liv û tevger dest pê kirin. Midûriyeta Herêma 10'an a Karên Hîdrolîk a Dewletê dest bi çêkirina bendava nû ya li ser Çemê Nêrdûşê ya ku ji navçeya Cizîrê heta Silopiya dirêj dibe, da destpêkirin. Ji bo civîna ku dê di çarçoveya Pêvajoya Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) de bê lidarxistin bang li şêniyên herêmê hat kirin.   Hat diyarkirin ku ger li ser çemê ku ava vexwarinê û ava çandiniyê jê tê dabînkirin bendav bê çêkirin, dê qadên jiyanê zirareke mezin bibînin. Her wiha dê gundê Şax û Hebler ên Cizîrê ku gelek bermayiyên dîrokî li wan hene jî zirarê bibînin.   DÊ GUNDÊ DÎROKÎ ZIRARÊ BIBÎNE    Gundê Şax yek ji wan gundên ku di destpêka salên 1990'î de hatiye şewitandin û valakirin. Ketina gundê ku 15 kîlometre dûrî navenda bajêr e, qedexe ye. Gund yek ji kevintirîn jîngehên li herêmê ye. Li gundê ku ji serdema Împaratoriya Asûriyan maye 7 kelehên dîrokî hene. Li gund kaniyên avê, şikeft, kevirên xêzkirî û zinar jî hene. Şêniyên gund ku di salên 1990'î de neçar man koç bikin, di van salên dawî de bi wergirtina "destûr"ê dikevin gundên xwe. Lêbelê, piştî ku gund di 24'ê Hezîrana 2024'an de wekî qada parastî (qada SÎT) ya arkeolojîk a pileya yekem hat ragihandin, têketin bi tevahî hatin qedexekirin.    'BENDAV LI SER BENDAVÊ TÊ ÇÊKIRIN'     Ji şêniyên gund Fadil Bedîrhanoglû (74) bertek nîşanî çêkirina bendavê da. Bedîrhanoglû anî ziman ku li herêmê di navbera salên 1976-77'an de ji bo qenala avdanê bendav hatiye çêkirin û ev bendav hê jî çalak e û wiha got: "Bendav li ser bendavê tê çêkirin." Bedîrhanoglu bal kişand ser bermahiyên dîrokî yên li gund û wiha got: "Li vî bajarî sûr û keleh hene, hin ji wan nehatine keşifkirin, lêkolînên zanistî nehatine kirin, lê heke lêkolînên zanistî bên kirin, encamên ku dikarin dîroka herêmê biguherînin wê bên dîtin. 8 peykerên rolyef hene. Binavkirina wan ji xeynî xerabiyê ne tiştekî din e."    'DÊ BÎRANÊN ME DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN'   Bedîrhanoglû got: “Li gund bîranînên me hene. Goristanên dîrokî hene. Ev dê di bin avê de bimîmnin."    Bedîrhanoglû diyar kir ku ji bo gund di bin avê de nemînin çi ji destê wan bê ew ê bikin û ji baro, saziyên sivîl û ekolojîstan xwest ku piştgiriyê bidin wan. Bedîrhanoglû ku vê projeyê wekî "projeya karesatê" bi nav kir got ku dê goristanên mezinên wna jî di bin avê de bimînin.    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel