Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir 2025-02-09 10:18:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter êrişî çewliga sewalan û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk şevê din bi topan êrişî çewliga mezin a sewalan a li Til Temîrê ya girêdayî Kantona Cizîrê û gundên Um El Kêf û Til Cumayê kir.    Di heman saetan de jî gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûkê yê girêdayî Kantona Firatê bi topan hedef hate girtin.