AMED - Welatiyên ku ji bo banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zindî guhdarî bikin hatin, diherikin Qada Şêx Seîd.
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê li ser ekranên ledê yên mezin bi zindî were temaşe û guhdarîkirin. Ji bo guhdarîkirina peyamê, bi hezaran welatiyên ji bajar û navçeyên cuda yên bakurê Kurdistanê berê xwe dan Amedê. Welatiyên Amedê û yên ji bajarên cuda ji bo banga dîrokî diherikin Qada Şêx Seîd. Li ser rêyên ber bi Qada Şêx Seîd ve diçin gelek kes ketine rêzê û trafîkeke zêde heye.
Ciwanên ku ji Êlihê hatin Amedê bi çepik û dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” têketin qadê. Dayikên Aştiyê jî bi tililiyan hatin qadê. Herikîna gel a ji bajarên cuda ya ber bi Amedê ve didome. Welatiyên li qadê jî stranên berxwedanê dibêjin û govendê digerînin.