STENBOL - Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê herî kêm ji hêla 300 rojnamegeran ve were şopandin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn kir. Şande niha ji giravê vedigere. Şande dê saet di 17.00’ê de li Hotêla Elît Worldê ya li Taksîm a Stenbolê daxuyaniyê bide.
Ji bo şopandina daxuyaniyê nêzî 300 rojnamegeran serlêdana akredîtasyonê kir. Eleqeyeke mezin a çapemeniya navneteweyî jî ji bo daxuyaniyê heye.