NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadekariyên xwe temam kir.
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê îro saet di 17.00’ê de li Stenbolê ji hêla Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi raya giştî re bê parvekirin. Beriya daxuyaniyê, li gelek bajarên dîrokî û sembol ekranên ledê yên mezin hatin danîn.
Ji bo daxuyanî bi awayekî zindî were temaşekirin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ekranên ledê yên mezin hatin danîn. Ekran, dê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê bên danîn. Li gorî agahiyên Komîteya Amadekar dane, ekranên mezin dê ji saet 16.00’ê ve amade bin.
Navendên ku dê ekranên mezin lê bên danîn ev in:
QAMIŞLO: Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê
HESEKÊ: Parka 4’ê Nîsanê
DÊRIK: Parka Azadiyê
TEBQA: Dê li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê û Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin bên danîn.
REQA: Stadyuma Şaredariyê
KOBANÊ: Meydana Jina Azad
HELEB: Meydana El-Zeytunî