NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de bi kêmanî 5 kes li herêmên di bin serweriya hêzên desthilata Şamê de hatine kuştin. SOHR’ê der barê kuştina 5 kesan de diyar kir ku li deşta Xabê ya gundewarê Hemayê cenazeyek ku şopên guleyan lê hene hat dîtin, li bajarê Idlibê jî cenazeyê çekdarekî desthilata Şamê de di mala wî de hate dîtin.
SOHR’ê destnîşan kir ku li devera Remil Cinûbî ya bajarê Laziqiyê jî kesek bi kêran ji aliyê hevjîna xwe ve hat kuştin. SOHR’ê aşkera kir ku li taxa Ebû Heya ya başûrê rojavayê bajarê Dêrazorê jî 2 kes ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hatin kuştin.