ŞIRNEX - Xelkê Botanê ber bi Amedê ve bi rê ket ku dê daxuyaniya dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê zindî were weşandin. Welatiyan di peyamên xwe de diyar kirin ku gelek bi kelecan in.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê piştî hevdîtina îro ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan parve bike. Daxuyanî dê saet di 17.00’ê de li Hotêla Elîte Worldê ya Stenbolê were dayin. Ji bo daxuyaniyê li gelek bajaran amadekarî tên kirin ku yek ji wan bajaran jî Amed e.
Ji bo daxuyaniyê li Qada Şêx Seîd a Amedê ekranên ledê yên mezin hatin danîn û daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan dê zindî bê temaşekirin. Di vê çarçoveyê de gelek welatî ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ber bi Amedê ve bi rê ketin.
'EM BI KELECANEKE MEZIN LI BENDA DAXUYANIYÊ NE’
Dayika Aştiyê Hatîce Durmuş diyar kir ku çavê wan li peyama Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em ji bo peyama birêz Abdullah Ocalan diçin Amedê. Em dixwazin ew jî di nav me de be. Em li çaverêya peyama birêz Abdullah Ocalan in. Em gelek bi kelecanin. Em hêvîdarin ku peyamên xweş bên dayin. Em li benda aştiyê ne.”
Umît Aşkin jî got: “Îroj rojeke dîrokî ye. Daxwaza gelên Tirkiyeyê aştî ye. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo gelek biqîmet e. Em tevek jî bi kelecaneke mezin li benda peyamê ne. Ji ber vê jî em diçin Amedê.”
Di nav kesên ber bi Amedê ve ketin rê de xizmên kesên di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayin, xizmên girtiyan û gelek kesên din hene.