NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Îranê, pêşniyarqanûna ji bo li dibistanan bi zimanên netewî û herêmî perwerde bê dayin hatibû pêşkeşkirin, red kir.
Parlamentoya Îranê di rûniştina duh de pêşniyarqanûna ji bo li dibistanan bi zimanên netewî û herêmî perwerde bê dayin hatibû pêşkeşkirin, nirxand. Pêşniyarqanûn, ji hêla endamên Konseya Şêwirê ya Îranê ve hate redkirin.
Pêşniyaqanûn di çarçoveya xala 15’emîn a Destûra Bingehîn a Îranê ve hate amadekirin. Lê belê ji parlamenteran 104’an jê dengê “ERÊ” dan û 130’an jî dengê “NA” dan û hate redkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kurd, Beluc, Ereb, Tirkmen û gelên cuda bi sala ye daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikn. Lê belê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Berevajî vê, bi taybet jî li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê zextekî giran li ser mamosteyên Kurdî yên bi dilxwazî perwerdeyê didin tê kirin. Rejîma Îranê heta niha cezayê hefsê daye bi dehan mamosteyên Kurdî.