SÊRT - Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Bi hinceta ku Esmer zexta lêgerîna tazî û poşmantiyê qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Esmer, diviyabû di 22’yê Sibatê bihata berdan. Lê belê bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekir û di 15’ê Sibata 2020’ê de dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatibû kirin li dijî zexta lêgerîna tazî derketiye, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Esmer, di Tebaxa sala 1994’an de ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Aydinê ve bi îdiaya “Hewl da beşeke xaka di bin serweriya dewletê de dabeş bike” cezayê muebbedê lê hate birîn. Esmer, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Mereş, Sêrt, Bandirma û Afyonkarahîsarê ma. Birayê Esmer, Davut Esmer biryar nîşanî taloqkirina tehliyeyê da.
Davut Esmer, diyar kir ku birayê wî nehatiye tedawîkirin û ji bo taloqkirina tehliyeya wî hincet hatine çêkirinj. Esmer, bi bîr xist ku bi hinceta di demên berê de jê re qertên Newrozê hatine şandin, 10 meh ceza lê hatiye birîn û ev tişt anî ziman: “Kekê min diviyabû di Tebaxa par de bihata tehliyekirin. Lê 10 meh ceza lê hate birîn. Em li bendê bûn ku di 22’yê vê mehê de bihata berdan lê me bihîst ku tehliyeya wî hatiye taloqkirin. Mîna biryara berê ev biryar jî hiqûqî nebû. 30 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye û em li benda tehliyeya wî bûn. Lê belê bi hincetên vala tehliye tê astengkirin. Bila ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe. Ne tenê kekê min, ji bo gelek girtiyan van biryaran didin. Hiqûqê tune dihesibînin. Divê tevahiya raya giştî di vê mijarê de bihestiyar be. Bila ev bêedaletiye bi dawî bibe.”
'DIVÊ TEDAWIYA WÎ WERE KIRIN’
Esmer, da zanîn ku kekê wî nexweş e û divê were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kekê min nexweşê prostat û ulserê ye. Şert û mercên girtîgehê ji bo prostatê gelek xerab in. Divê tedawiya wî baş be û bêkêmasî be. Ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê li cem malbata xwe be. Ji bo vê jî divê were berdan. Di 7’ê Îlona 2022’yan de rewşa wî giran bû û bi lezgînî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê. Di tetkîkan de hat tespîtkirin ku prostata wî gelek mezin bûye. Piştre birin beşa Urolojiyê û jê re gotin ku divê emeliyat bibe. Piştre emeliyat bû lê hêj jî rewşa wî giran e.”
JI BER QERTA NEWROZÊ CEZA LÊ HATIYE BIRÎN
Ji bo berdana Esmer 13 meh mabûn ku ji ber qerta Newrozê ya jê re hatiye şandin 10 meh ceza lê hate birîn. Ji ber nîşeya “Newroz pîroz be!” ya li ser qerta Newrozê, 3 rojan cezayê hucreyê li Esmer hate birîn û lêpirsîna edlî hate destpêkirin. Di îdianameyê de cih dan kartpostala Newrozê ku piştî kontrola îdareyê ji Esmer re hatibû dayin. Îdianame hate qebûlkirin û bi îdiaya “Wêne, pankart, sembol û hwd. ên rêxistina sûc temsîl dikin li cem xwe girtiye” li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Afyonkarahîsarê doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 2’yê Hezîrana 2022’yan de hat lidarxistin û 10 meh cezayê hefsê li Esmer hate birîn. Daîreya Cezayan a 7’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Konyayê îtîraza li dijî biryarê red kir û ceza erê kir. Bi vê yekê re cezayê li Esmer hatiye birîn teqez bû.
MA / Fethî Balaman