Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir

img
ŞIRNEX - Welatiyên ku tev li Nobeta Jiyanê bûn, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê û AKP'ê dan û banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kirin û ev tişt gotin: "Heger PKK têk biçe wê Barzanî jî têk biçe."
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê ji bejahî û hewayî ve êrişêke mezin da destpêkirin. Tirkiye, di êrişê de hemû derfetên xwe teknîkî dixebitîne û li dijî gerîllayên HPG'ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi vê rêbazê dixwaze bi hevkariya hêzên PDK'ê bi pêş ve biçe. Lê li gorî agahiyên ku ji herêmê tên, heta niha encama ku xwestiye bi dest nexistiye. Êrişa ku hatiye destpêkirin û hevkariya PDK'ê ya di êrişê de di nav kurdan de bûye sedema bertekên mezin. Li dijî vê li navend û navçeyên Şirnexê "Nobeta Jiyanê" hat girtin. 
 
Welatiyên Şirnexê ku tevlî vê nobetê bûn, bertek nîşanî êrîşan dan. 
 
'WÊ CIHÊ WÎ LI KURDISTANÊ NEBE'
 
Ji welatiyan Omer Soysal (70), destnîşan kir ku ji bo gelê kurd rûpeleke nû vedibe û wiha axivî: "Doza me ew e ku malbata Barzan bisekine. Di esasê xwe de koka wî xayîn e. Ji bo ku ev şer bisekinin em li vir in. Divê ku em kurd destê xwe bidin hev û vî şerî bidin sekinandin. Divê ku em şev û roj li ser piyan bin ku bikaribin vî şerî bidin sekinandin û vê pergalê bişikînin. Em bang li Barzanî dikin vegere. Ji dîrokê heta niha malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe dike. Bila li xwe vegere. Bila ji bo vê pergalê nexebite û destê xwe bide destê gelê kurd û bê ser riya heq. Heger ku ji vê şaşitiyê nevegere wê cihê wî li Kurdistanê nebe. Êdî pêdiviya me bi malbata Barzanî nema. Hêviya me ji wî nema. Wî destê xwe daye destê dijmin. Ji bo berjewendiyên xwe destê xwe daye dijmin. Em birakujiyê naxwazin." 
 
'ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ DIKUJIN' 
 
Ji Dayikên Aştiyê Hiznî Arslan (46) jî bi lêv kir ku hevkariya ku îro PDK bi Tirkiyeyê re dike wê dîrok efû neke û ev tişt got: "Wijdana me ne rehet e. Em bi şev nikarin razin. Ne tenê kezeba min kezeba hemû dayikan dişewite. Zarokên van çiyayan hemû zarokên weke dayikên minin. Kesek ji kunê diwaran çênebûye. Em ji vî şerî gelek acizin. Em hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re jî şermezar dikin. Heyfa wî navî ku li ser wî ye. Heger ku ew kurd bûya û damareke xwînê di nav laşê wî de hebûya ew ewqasî bê wîjdan nedibû. Wê destê xwe nexistiba xwîna ciwanên kurdan. Bila destê xwe ji xwîna ciwanên kurd bikişîne. Ji wî re şerm e. Heger ku xwe kurd bihesibîne bila destê xwe ji xwîna zarokên kurd bikêşe. Ev êş ne tenê êşa dayikên kurd e, êşa hemû dayikan e. Ev wê zirarê bide hemû dayikan. Banga me li hemû dayikane bila xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em naxwazin ku êdî cenaze bên. Em naxwazin ku kîmyasal li ser serê zarokên me bibare. Bikaranîna kîmyaselê ne ehlaqî ye. Em naxwazin bedenên zarokên me bi kîmyasalê bişewitin. Ji ber wê em di nobetê de ne. Niha li çiyayên Kurdistanê şerek giran heye. Bedena zarokên me bi kîmyasalê dişewitinin. Ji ber wê tu wateya cejnê tune ye." 
 
'PKK BIÇE WÊ BARZANÎ JÎ TÊK BIÇE' 
 
Şehmus Înce (65) jî da zanîn ku heger PKK wİnda bike wê tevahiya Kurdistanê têk biçe û ev tişt anîn ziman: "Ev şerê ku li dijî başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin em şermezar dikin. Pêwîst e ku Barzanî vê komkujiyê neke. Xelasbûna PKK'ê xelasbûna wî ye. Heger îro dora PKK'ê be sibê dora wî ye. Em birayê hev in. Heger ku em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Neyarê bavan nabe dostê lawan. Em hêvî dikin bila şerê birakujiyê neke. Îro ev şerê Başûr zirarê dide tevahiya Kurdistanê. Her perçeyeke Kurdistanê wê zirar bibîne. Heger ku îro gerîla bin bikeve wê tevahiya Kurdistanê bi bin bikeve. Hedefa Tirkiyeyê ne tenê PKK' ye. Hedefa wî sibê malbata Barzanî, Rojava û Rojhilat e. Îro dewleta tirk dijminê hemû Kurdistanê ye. Îro li ser malbata Barzanî dixwaze ku Kurdistanê qels bike. Kê li Şengalê li dijî DAIŞ'ê şer kir. Bila van bibîne. Heger îro PKK nebe, malbata Barzanî tuneye."
 
'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN' 
 
Selîm Ozgur (73) jî bal kişand ser dîroka malbata Barzanî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Kesê ku gelê xwe nas neke wê têk biçe. Bila Barzanî ji bavê xwe şerm bike. Bi van kirinan heqê bavê xwe dixwe. Ew berxwedana ku bavê wî kiriye niha rûreş dike. Dilê wî û îmana wî pere ye. Wijdana wî tuneye û xwedê belaya xwe bidê. Kesê ku dibêje ez kurd im divê bêdeng nemînê. Ê ku wijdana wî nebe û xwe bêdeng dike, hez bike bila her roj biçe mizgeftê jî tu wateya wê tuneye. Em heqiyê dixwazin. Heqê me jî li ser vê axê heye. Me li ser vê axê xwîna xwe daye. Lê belê em ne poşman in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." 
 
'WÊ HERKES ZIRARÊ BIBÎNE' 
 
Ji welatiyan Mecît Esen (53), bertek nîşanî êrişa didome wiha axivî: "Ev şer zirarê dide deskeftiyên gelê kurd. Em bang li Barzanî dikin bila ji vê xeletiyê vegerin. Em hemû wê ji vî şerî zirarê bibînin. Bila bes li gel dijmin hevkariyê bike. Banga me ji gelê me ye jî bila xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û destûr nedin şereke navxweyî. Li hemberî vî şerî sekinandin tişteke wijdanî û ehlaqî ye."
 
BANGA LI DAYIKAN
 
Dayika Muzeyyen Înan (50) jî bang li hemû dayikan kir ku li dijî şerê AKP û PDK'ê yê li dijî kurdan rabin ser piyan û wiha axivî: "Em vê operasyona ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatiye destpêkirin şermezar dikin. Em naxwazin ku PDK bibe şirîkê vî şerî. Ji bo ku şer bisekine em li vir in. Heta ku ev şer bisekine em ê di çalakiyê de bin. Herkesê ku dibêje em xwedî wijdanin divê ku li dijî vî şerî derkevin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/05/2022
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike