Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin

  • rojane
  • 11:41 26 Nîsan 2022
  • |
MÊRSÎN - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, diyar kir ku bi şerê topyekûn tê xwestin ku hêviya kurdan bê şikandin û wiha got: "Ji bo ku têk neçin bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dikin, lê wê encam negirin."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin, di roja 9'an de berdewam dike. Li herêmê şerekî dijwar diqewime û ji ber tevlîbûna wê ya şer bertekên li dijî PDK'ê jî zêde dibin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, derbarê êrişên li herêmê de axivî û diyar kir ku çawa ku di sala 1915'an de dest bi Qirkirina Ermeniyan kirin, dibêjin ku wê Pirsgirêka Kurd jî wisa biqedînin û got ku israra dewletê jî delîla vê yekê ye. 
 
 
POLÎTÎKAYA KEVNEŞOP
 
Kartal, diyar kir ku êriş biryar û polîtîkaya kevneşop a dewletê ye û wiha got: "Êriş tenê bi AKP-MHP'ê ne bi sînor e. Erdogan, 'Bi Lozanê dewleta me parçe bû. Neheqî li Tirkiyeyê hat kirin, Em vê telafî bikin'. Ji ber vê ev polîtîkayeke dewletê ye. Divê herkes vê wiha fêm bike. Têkbirina kurdan a DAIŞ'ê ya sala 2014'an û Şoreşa Rojava dewleta kûr a tirk xist nav krîzeke mezin. Hemû pêkhateyên dewletê ketin vê krîzê. Piştre xwe kirin yek li dijî kurdan dest pêvajoyeke nû kirin. Ji bo pêşî li vê pêvajoyê bigirin her tiştî kirin. Di vî warî de tenê AKP-MHP nûnerên wan in. Divê ev weke stratejiyeke dewletê bê fêmkirin. Têkçûna van jî wê tenê nebe têkçûna AKP-MHP'ê wê bibe têkçûna hêzên ku rêveberiya dewleta kûr di destê xwe de digirin. Ji bo vê êrişî kurdan dikin û dixwazin bi şer encam bigirin. Gotina 'Em ê şerê herî mezin ê dîroka xwe bikin' nîşan dide ku ji bo têkneçin wê bi hemû hêza xwe êriş dikin."
 
'TEKOŞÎNÊ VÎNA FAŞÎZMÊ ŞIKAND'
 
Derbarê encama vê hewldanê de Kartal, got ku kurd tek neçûne û û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku bi serkevin jî herî dawî dixwazin di ser PKK'ê de hêviya kurdan bişikînin û bi hemû hêza êrişeke nû bi pêş dixin. Lewre PKK hêviya dawîn a gelê kurd e. Dixwazin nirxan kurdan ji holê rakin û kurdan tune bikin. Lê vîna têkoşînê ku Rêber Apo û PKK'ê afirandiye hem vîna dewletê hem jî vîna faşîzmê şikandiye. Di êrişa Tirkiyeyê de hêzên herêmî û kurewî jî hene. Ji ber şerê Ûkrayna û Rûsyayê dixwazin gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê di ser PDK-Tirkiyeyê de veguhezînin Ewropayê. Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Îsraîl, Îngilistan, Amerîka û NATO'ê PDK'ê û Tirkiyeyê li hev hatin civandin û tê xwestin ku pergaleke nû li Iraqê bê avakirin. Ji bo vê planê dixwazin konsepteke nû bidine destpêkirin. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji ber ku zorê dide Tirkiyeyê, bi armanca ku vê berteref bikin û têk bibin bi PDK'ê re polîtîkayeke nû diafirînin."
 
'PDK HER LI DIJBER CIH GIRTIYE'
 
Kartal, bi lêv kir ku têkiliya PDK'ê ya bi neyarên kurdan re ne nû ye û di dîrokê de timik li cem hêzên ku xwestine kurdan tune bikin cih girtiye û derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema kuştina hêzên azadîxwaz ên Rojhilata xwe radestî Îranê kir. PDK'ê hevkariya Saddam Huseyîn kir û li dijî siyaseta kurd şer kir. Bi salan e li dijî PKK'ê bi dewleta tirk re tevdigere û di xizmeta wan de siyaset dike. Bi heman zihniyetê lî dijî pêngava şoreşê ya li Rojava derket holê ye. Bi ENKS'a ku hevkarê wê ye û bi Tirkiyeyê re heman polîtîka berdewam dike. Ji ber vê jî li her çar parçeyên Kurdistanê PDK siyaseteke ku xizmeta hêzen dagirker dike dimeşîne. Lê îro rewş hinek cuda bûye. Berê PDK'ê vê îxanetê bi awayekî şermok dikir, êdî îxaneta wê li her parçeyan jî tê dîtin. Li dijî refarandûma 2017'an, di encama kampanya ku Recep Tayyîp Erdogan meşand, bi tevlîbûna îstixbaratên Tehran, Tirkiye, Iraq û Şamê biryareke wiha hat girtin, 'Wê PKK bê tunekirin û piştre jî başûrê Kurdistanê bê tunekirin'. Wê PDK jî bê tunekirin, lê çavê wan wisa kor bûye vê rastiyê nabînin."
 
'BI OCALAN RE DIYALXÊ ÇÊKIN'
 
Di berdewamê de Kartal, destnîşan kir ku ku wê encama êrişa Tirkiyeyê di siyaseta derve û hundir de çêbibin û wiha axivî: "Siyaseta ku li dora CHP'ê teşe digire ne alternatîfa desthilata AKP-MHP'ê ye. Şerê ku dewlet ferz dike bi hemû gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Li dijî vî şerî divê hemû beşên civakê li dijî şer helwest bigirin. Bi têkçûna faşîzmê wê ne tenê gelê kurd gelên Tirkiyeyê jî qezenc bikin. Bi çareseriyeke demokratîk a Pirsgirêka Kurd ne tenê polîtîkaya Tirkiye wê polîtîkaya tevahiya herêmê biguhere. Weke pêvajyên beriya niha wê di vê pêvajoyê de jî dewlet encam negire. Divê dewlet terka vê polîtîkayê bike û em bang dikin ku di demeke kurt de bi Rêber Apo re diyaloxê çêkin. Lewre Rêber Apo, bi awayekî zelal got ku ew dikare di nav hefteyekê pêvajoyê biguherîne û ji bo çareseriyê encam bigire û gel û PKK jê bawer dike. Em jî ji Rêber Apo bawer in û bi vê perspektîfê bang dikin.
 
BANGA SEFERBERIYA BI RUHÊ KOBANÊ
 
Kartal, di serî gelê kurd bang li hêzên demokrasiyê kir û ev tişt got: "Tirkiye niha li dijî PKK'ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê raya giştî ya navneteweyî di mijara gaza kîmyewî de zextê bike û di vî warî de divê her bi ruhê pêvajoya Kobanê seferber bibe. Di vê pêvajoyê de ya wê faşîzm têk biçe ya jî bedelên giran bide razandin. Vê têkoşînê di sala 1973'yan de Rêber Apo bi Newrozê da destpêkirin; niha di sala 50'yî de ye. Di sala 2022'yan de em dikarin têkçûna faşîzmê û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ev di destê me de ye. Bi vê vînê divê têbikoşin."
 
MA / Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn