Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe

  • rojane
  • 11:22 26 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê têkildarî êrişa Tirkiye û PDK’ê ya li ser Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Xanedaniya Barzaniyan careke din nîşan da ku tu eleqeya wan bi kurdîtiyê nîne. Erdogan çiqas kurd be, xanedaniya Barzanî jî ewqas kurd e. Lê divê li dijî vê êriş û dagirkeriyê hemû kes têkeve nava refên têkoşînê.” 
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel şert û mercên giran ên tecrîdê jî weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê hewl didin bûyerên heyî ji nêz ve bişopînin û bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê. 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku Tirkiye mîna berê, niha jî hewl dide PDK’ê tev li şer bike û ev tişt hatin parvekirin: “PDK, bi asta heyî ya xiyaneta xwe re teslîmî dewleta tirk bûye û bi her gotina wê dike. Mînaka herî şênber a vê yekê ew e ku çend roj beriya êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dolmabahçeyê bi Erdogan re rûnişt. Wêneyê hevdîtinê her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev wêne mînaka şênber a hevkarî, koletî û teslîmbûna xanedaniya Barzanî ye. Xanedaniya Barzanî veguheriye rewşeke wisa ku tu derdê wan bi kurdîtiyê re nemaye, berjewendiyên xwe yên malbatî di ser her tiştî re dibîne, zêdetirî 30 sal in başûrê Kurdistanê şêlandiye, nirxên madî yên gel kontrol kiriye, li welatên DYA, Tirkiye û welatên cuda pere stok kiriye û bi vî rengî bûye çeteyeke diziyê.”
 
‘YEK JI SEDEMA ÊRIŞA PDK’Ê DIZIYA WAN E’
 
Di berdewamê de hat diyarkirin ku tebeqeya jorîn a xanedaniya Barzanî ji bo karibe xenîmetên xwe biparêzin, dikarin her tiştî bikin û daxuyanî wiha dom kir: “Yek ji sedemên sereke yên êrişa wan a li dijî Tevgera Azadiyê, diziya wan e. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê ji ber ku li tevahiya cîhanê û Kurdistanê destkeftiyên kurdan diparêze û wan mezin dike, xanedaniya Barzanî êriş dike. Herî kêm bi qasî dewleta tirk ji PKK'ê, ji Rêber Apo, hêzên azadiyê û ji gelê kurd ê li her parçeyan ditirse. Lewma sûcên giran kiriye û xiyanetê dike. Çarenûsa vê xanedaniyê û ya Erdogan û AKP'ê bûye yek. Yên ku sûcên wan kifş kirine jî PKK û Serok Apo ye. Sedema esasî ya êrişan ev e.”
 
‘ERDOGAN ÇIQAS KURD BE, BARZANÎ JÎ EWQAS KURD IN’
 
Bi domdarî hat gotin ku tu eleqeya Barzaniyan bi kurdîtiyê nemaye û ev tişt hatin destnîşankirin: “Erdogan çiqasî kurd be, xanedaniya Barzaniyan jî ewqas kurd in. Gelo dikare bê gotin ku Erdogan 'nirxên kurdîtiyê diparêze?' Na. Ew dijminê kurdîtiyê ye. Ji bo tunekirina nirxên kurdan dixebite. Bingeha ku bi xanedaniya Barzanî re li ser li hev kirine jî bi vî rengî ye.”
 
‘SERKEFTIN DÊ YA GELÊ ME BE’
 
Daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wiha bi dawî bû: “Rastiya Newrozê ya sala 2022'yan, her wiha şervaniya fedaî ya gerîla wê serketinê îsal mîsoger bike. Em ji vê yekê bawer in. Em ê berxwedêriya zindanê li ser vê bingehê bilindtir bikin û di serkeftina sala 2022'yan de bibin xwedî par. Bi baweriya ku sala 2022'yan wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me mîsoger bibe, di serî de gelê Kurdistanê em bang li gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dikin ku bi rengekî çalak tev li têkoşînê bibin. Li dijî van êrişên tunekirinê, her mirovekî me dikare tiştekî bike. Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin ku tev li refên gerîla bibin. Her wiha yên ku hêza xwe hene divê li qadan, li kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî. Yên ku hêza xwe têra vî tiştî nake dikarin li gorî baweriya xwe dua bikin û serkeftinê bixwazin. Ji bo têkbirina van êrişên ku bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî tên kirin, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serkeftin wê teqez mîsoger bibe. Serkeftin dê ya gerîlayên ku bi fedaî şer dikin û gelê me yê li ber xwe dide, be."
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn