‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’

  • rojane
  • 09:44 26 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin malbatên girtiyan tev li fitarê bûyîn destnîşan kirin ku rewşa girtîgêhan her ku diçe xerabtir dibe û ev bang kirin: “Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan, hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye.” 

 
Zext, îşkence û tundiya li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên nexweş nayên berdan û dermankirin. Girtiyên ku cezayê wan qediyayî jî bi hincetên cezayên disiplînê nayên berdan.  Malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Stenbol û Îzmirê ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayî bên berdan, dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin û çalakiyên malbatan hej jî didomin.  Komeleya Yekitî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê jî ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan û yên xizmên xwe winda kirine, di fitareyê de hatin gel hev. Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin malbatan tev li fitarê bûyîn li ser rewşa girtiyan bi ajansa me re axivîn. 
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Nesîb Gultekîn axivî û got ku ji bo piştevaniya bi malbatan re beşdarî fitarê bûye. Gultekîn, anî ziman ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere û wiha dom kir: “Girtiyen nexweş ku nikarin girtîgehê bimînin jî bernadin û nayên dermankirin. Hewceye ew zor û zilma li ser girtiyan bê şikandin. Dibêjin li Tirkiyeyê cezayê îdamê rabûyê lê dema girtiyek nexweş nehat berdan û di girtîgehe de jiyana xwe ji dest da, ew jî wek îdamê ye. Ji ber wê pêwîste hestiyariyek çêbibe da ku ew zor û zext bi dawî bibe. Divê dewlet jî bi qanûnên xwe bike û qada navneteweyî de jî hewceye kesên ku derheqê mafê girtiyan de dixebitin, li ser girtîgehên Tirkiyeyê lêkolînan bikin.”
 
 ‘DIJMINATIYA DEWLETÊ DIDE NÎŞAN’
 
Ji beşdaran Mukades Ekîcî jî bi lêv kir ku zext û zorên li girtîyan tên kirin, nîşaneya neheqiya ku dewlet li kurdan dike ye û wiha pê de çû: “Ji berê heta niha kê li hemberî zilmê serî rakiribe, hatiye girtin. Gel, bi tirsê didin sekinandin. Lê mafê herkesî heye ku doza zimanê xwe û mafê xwe bike. Meseleya dewletê ew e ku navê kurdan ji holê rake. Ew jî dijmintiya dewletê ya li hemberî kurdan dide nîşan. Gelê me jî gerek li hemberî vê zilm û zordariyê bibe yek û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan.”
 
‘EDÎ BES E EV ZILME’
 
Hacîre Yildiz jî di derheqê girtîgehan de destnîşan kir ku li hemberî zilmê divê herkes rabe ser pêyan û ev tişt anî ziman: “Zilma li ser girtiyan ji xwe ber çavan e. Zilmekê mezin li ser wan heye. Girtiyên nexweş tevî ku li ber mirinê ne jî nayên berdan. Di girtîgehê de girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane hene. Girtiyan qetil dikin û dibêjin jixwe mirî ye. Cezayê wan diqede jî nayên berdan û înfaza wan tê şewitandin. Divê li hemberî vê zilmê ne tenê gelê kurd herkes rabe ser pêyan û deng bidin girtiyan. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Edî bes e. Ev zilma ma dê heta kengî berdewam bike?”
 
‘YÊN ZILMÊ LI MIRIYAN DIKIN MAFAN JÎ NAS NAKIN’
 
Welatiyê bi navê Nasir Guneş jî bi bîr xist ku meleyê mizgeftê ji ber dijminatiya dewletê, cenazeyê girtiyê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû neşûşt. Guneş, bertek nîşanî van sepanan da û wiha got: “Dagirker, zalim e. Li girtiyên ku wefat kirine jî zilmê dikin û tu mafan nas nakin. Êdî baweriya min a ji mafên mirovan re jî nemaye. Heke li dinyayê mafên mirovan hebûna, ev zilm jî nedihat qebûlkirin. Mixabin dinya li hemberî vê zilmê kerr û lal e. Bangawaziya min a bo gel ew e ku piştgiriyê bidin girtiyan. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez insanim, hewceye xwedî li girtiyan derkevin.”
 
‘ÇIMA TÊN TECRÎDKIRIN?’
 
Derheqê mijarê de Habîbe Altan jî anî ziman ku di girtîgehan de mafên girtiyan tên binpêkirin û li holê hiqûq nema ye. Altan, bi domdarî diyar kir ku tecrîdeke giran li ser girtiyan heye û ji ber vê rewşê jî pir xemgîn in. Herî dawî jî Altan wiha got: “Bê edaletiyeke mezin li ser girtiyan heye. Ji xwe di girtîgehê de ne ma çima tên tecrîdkirin?” 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn