Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan

  • rojane
  • 09:36 26 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyê nexweşê giran Abdûrrahman Yildirim ku di nava 26 salên girtî de neçar ma bi du şarapnelan bijî, tevî ku rapora “nikare li girtîgehê bimîne” jî nayê berdan. 
 
Girtiyên tevî nexweşiyên xwe yên giran û rapora “nikare li girtîgehê bimîne” hene jî nayên berdan, ji girtîgehê heta nexweşxaneyê ji aliyê hemû saziyan ve rastî binpêkirinên mafan tên. Li girtîgehan her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Her wiha di demên dawî de jî îşkence, mûameleya nebaş û ber bi întîharê ve dehfdan zêde dibin. Ji destpêka sala 2022’yan ve heta niha 12 girtiyan ji ber nexweşiyên giran jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê û li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bûyerên “întîharê” qewimîn. Li dijî van pêkanînên bûne sedemê bertekên mezin malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin Nobetên Edaletê dan destpêkirin. 
 
Abdûrrahman Yildirim ê di sala 1996’an de li Dêrsimê bi awayekî birîndar hate girtin û cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn, ji wê dîrokê ve bi parçeyên şarapnalê yên di serê wî de hewl dide li girtîgehê jiyana xwe bidomîne. Yildirim ê di nava 26 salan de sirgunî 6 girtîgehên cuda hate kirin, li girtîgehan de her tim li dijî îşkence û mûameleya nebaş têkoşiya. 
 
2 MEHAN ÎŞKENCE LÊ KIRIN
 
Yildirim, piştî di sala 1996’an de li Dêrsimê hate girtin, birin Girtîgeha Elbîstanê û 2 mehan di hucreya yek kesî de hate girtin. Piştî ku malbata wî agahî jê girtin û serlêdan kirin, Yildirim wergirtin qawişeke normal. Yildirim ê dema hatibû girtin di serî wî de 4 perçeyên şarapnele hebûn, dû re emeliyat bû û ji serê wî 2 perçeyên şarapnele hatin derxistin. Lê bijîşkên ku perçeyên şarapnelê yên din nikarin derxînin, bi lêv kirin ku perçeyên şarapnelê nêzî zara mejî ne û rewşeke xetere derdixînin holê. 
 
26 SAL BI SIRGUNAN DERBAS BÛN
 
Yildirim, di 26 salên girtîgehê de bi hincetên cuda sewqî gelek girtîgehan hate kirin. Yildirim, piştî 4 salan li Girtîgeha Elbîstanê hate ragirtin dû re sewqî Girtîgeha Konyayê hate kirin û piştî demekî li vir ma sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Yildirim ê pişt re sirgunî Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hate kirin ji wir jî sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Yildirim, ku ji ber perçeyên şarapnelê yên di serê wî de acizbûna wî zêde bû, ji bo were dermankirin birin Girtîgeha Sîncanê. Yildirim ê dema dibirin Sîncanê wesayîta rîngê di rê de qeza kir û demekê di nexweşxaneyê de hate dermankirin. Yildirim, herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. 
 
Yildirim di hevdîtinên bi malbata xwe re ji malbata xwe ragihand ku dermankirina wî tê astengkirin û dermanên ku divê her tim bikarbîne nadin wî. Yildirim ê tevî ku Nexweşxaneya Dewletê ya Enqereyê derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî daye, neçare di hucreya yek kesî de bijî.
 
DAYIK YILDIRIM DI NOBETA EDALETÊ DE YE
 
Dayika Abdûrrahîm Yildirim, Vesîle Yildirim, Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş 53 roj in li pêş Baroya Îzmîrê dane destpêkirin didomîne. Yildirim a têkildarî rewşa kurê xwe agahî dan wiha got: “Di serê kurê min de du perçeyên şarapnelê hene û bi taybetî di demên dawî de dermanên ku kurê min bikartîne nadinê. Ji bo ku kurê min di şertên baş de were dermankirin divê bê berdan.”
 
‘BILA DAYIKAN GUHDAR BIKIN’
 
Yildirim, bi lêv kir ku li girtîgehan bi hezaran girtî hene û da zanîn ku tevî cezayê li girtiyan hatiye birîn jî nayên berdan. Yildirim, bal kişand ku girtiyên nexweş nayên berdan û got: “Ne tenê kurê min, bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Aysel Tûglû tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. Ez ji vir bang li Serokkomar û Wezîrê Dadê dikim, bila destên xwe deynin ser wijdana xwe. Bila me dayikan guhdar bikin, dilê me dişewite. Nobeta Edaletê ji keyfa xwe dest pê nekir. Divê zextên li ser girtiyan bên bidawîkirin. Kurê min 26 sal in hewl dide bi vî awayî bijî. Bila çareseriyek were dîtin, rêya aştiyê were vekirin û xwîn nerije.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn