Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were

  • rojane
  • 09:06 26 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Nûnerên Baroya Rihayê, OHD û ÎHD'ê girtina 4 kesên têkildarî qetilkirina 3 ferdên Malbata Şenyaşar ku piştî 4 salan pêk hat nirxandin û diyar kirin ku divê daxwazên malbatê bên bicihanîn. 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Mebûsê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar a ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbûn serdana wan kirin û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Bavê wan Hacî Esvet Şenyaşar ê ku ji bo hînbûna rewşa zarokên xwe çû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ew û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Piştî 4 salan 10 kes ji ber qetilkirina 3 ferdên malbatê hatin binçavkirin. 4 kesên ku birayê mezin ê mebûsê AKP'ê Celal Yildiz jî di nav de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 
 
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" hatiye destpêkirin, di roja 414'an de berdewam dike. Daxwaza malbatê ya "Di dosyaya nexweşxaneyê de biryara nepenîtiyê bê rakirin, berpirsyar bên cezakirin" û "Fadîl Şenyaşar ê nêzî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de ye" bê berdan. Heta niha jî hêj daxwaza malbatê nehatiye bicihanîn. 
 
Nûnerên Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) biryara nepenîtiyê ya di dosyaya nexweşxaneyê ya 4 salan de, piştî 4 salan girtina 4 kesan û çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatê nirxandin.
 
BAROYA RIHAYÊ: QETLÎAMEK ORGANÎZEKIRÎ YE 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Gokhan Dayik diyar kir ku ji dema qetlîamê heta niha ew şopdarên têkoşîna edaletê ya malbatê ne û wiha got: “Piştî 4 salan îfadeyên bi guman hatin girtin. Divê di dozek qetilkirinê de ev nehata kirin. Ev rewşek ne asayî ye li derveyî rewşa normal. 4 sal in di dosyayê de biryara ‘nepenîtiyê’ tê parastin. Zextên siyasî li ser dosyeyê hene. Fikara parêzerên malbatê yên derbarê ‘rakirina ji holê ya delîlan’ berê jî hebû. Bi vî awayî 4 sal tu kar û barek li ser dosyeyê nehat kirin. Me bi tu awayî nikarîbû xwe bigihînin dosyayê. Bi binçavkirinan re em hinekî derbarê dosyayê de hin tiştan hîn bûn. Di îfadeyên hatin girtin de diyar dibe ku komkujiya nexweşxaneyê hatiye organîzekirin. Dizîna dîmenan tiştekî profesyonel e. Dema em li girtekên îfadeyan dinêrin her tim pirsên giştî dihatin kirin, ev jî nîşan dide ku baş nehatine amadekirin. Piştî 4 salan gavek berbiçav hat avêtin, ya girîng ew e ku berdewam bike.”
 
DAXWAZ NEHATINE BICIHANÎN 
 
Dayik diyar kir ku 4 kesên ku piştî kontrola edlî hatin berdan ji bo girtina wan sewqî dadgehê hatin kirin û divê dozger ji bo kesên nehatine girtin îtîrazê bike. Dayik anî ziman ku dosyeya ku tê xwestin li serê kar û bar neyê kirin nikare ser têkoşîna edaletê ya malbatê bigire û wiha got: "Ji gelek cihan gel piştgirî da malbatê. Ji bo çalakiya malbatê raya giştî çêbû. Ez hêvî dikim yên ku ev gav avêtine dê berdewam bikin. Di dosyayê de dîmen tune. Heke bi vî halî doz bê vekirin dê çend kes bên cezakirin? Ji bo lêpirsîneke bi bandor bê kirin divê hemû gumanbar bên lêpirsînkirin. 4 kes hatin girtin lê hejmara kesên ji aliyê malbatê ve hatin teşxîskirin gelekî zêdetir in. Hêj daxwazên malbatê nehatine bicihanîn. Divê demildest daxwazên malbatê bên bicihanîn; nepenîtiya dosyayê bê rakirin û Fadil Şenyaşar bê berdan. Divê edalet tavilê pêk were.”
 
 
OHD: KUJER HIN BÊTIRIN 
 
Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke jî destnîşan kir ku daxwazên malbatê bicih nehatine û ji ber ev daxwaz nayên cih 414 roj in malbat têdikoşe. Oyke da zanîn ku çalakiya malbatê û pişrgiriya gel a bo malbatê bi îktidarê gav da avêtin û lê kujer ango faîl hin bêtir in û yanî navê 30 kesan derbas dibe. Oyke diyar kir ku qetlîam bi zanebûn û organîzekirî hatiye kirin û divê ser dozê neyê girtin û ji roja destpêkê ve neheqî tê kirin û Fadil Şenyaşar jî bi hiqûqa serweriyê hatiye cezakirin. Oyke got ew bi her awayî li cem malbatê ne û xwest rêxistinên maf û hiqûqê jî desteka xwe ya bo malbatê zêdetir bikin. 
 
ÎHD: DIVÊ BERPIRSIYAR HESAB BIDIN 
 
Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî got parêzvanên mafê mirovan 4 sal in dixwazin ku “biryara nepentiyê” bê rakirin û 4 sal in 9 dozger guherîne lê her çiqas 4 kes hatibin girtin jî ne malbatê ne jî parêzer rehet dibin. Vefa anî ziman ku delîl ji holê hatine rakirin û hêj ew nizanin çi delîl hene û ew nikarin bêjin ku edalet bicih hatiye û hêj derbarê dosyeyê de gumanên wan hene. Vefa diyar kir ku girtina 4 kesan nayê wê wateyê ku edaletê pêk anîbe û divê berpirsiyar hesab bidin, Fadil Şenyaşar bê berdan û heta ev daxwaz pêk neyê ne malbat ne jî parêzer dê dest ji têkoşîna edaletê berdin. 
 
MA / Emrullah Acar 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn