Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde

  • rojane
  • 09:05 26 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Xelkê navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye bertek nîşanî hevkariya AKP-PDK’ê dan û gotin: “Ev ji bo siberoja kurdan gavek talûke ye. Heke kurd têk biçin dê dor bê ser wan.”

Xelkê navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye şerê Tirkiyeyê yê di 17’ê Nîsanê de li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin, nirxandin. Welatiyên ji Elkê banga rawestandina şer kirin. 
 
‘LI ZAROKÊN ME DIXIN’ 
 
Berfîn Duva diyar kir ku tişta ku tînin serê gelê kurd zilma herî mezin e û got: “Tirkiye bi balafiran, helîkoptêran û topan êrişî herêmê dike. Ev zilm e. Yên li wir zarokên me ne. Heke tiliyek Erdogan biêşiya ango zarokek wî zirar bidîta dê vê zilmê nekira.” Duva bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya ji bo şer jî da û hevkariya malbata Barzanî ya li gel Erdogan wek “bêwîjdanî” nirxand û wiha got: “Bira radibe bira dikuje. Bira radibe xayîntiyê li bira dike. Dema Barzanî ket tengasiyê ji zarokên kurdan alîkar xwest. Îro malbata Barzanî ji bo malê dinyayê û pereyan bûye hevalê Erdogan. Xayîntiyê li kurdan dikin. Li ber Erdogan rûdinên û li gorî wî tevger dikin. Divê ku her kes ji vê re deng derxe. Divê em wek gel li dijî vê rabin. Bila êdî kurd neyên kuştin.”
 
‘MALBATA BARZANÎ YEKITIYÊ XERA DIKE’ 
 
Qazê Cîn jî wiha got: “Gelo Mesûd Barzanî û Nêrçîrvan Barzanî jî ne kurd in? Li şûna ku alîkariya kurdan bikin, rabûne li kêleka Tirkiyê cih digirin û zilmê li kurdan dikin. Dinya li hemberî kurdan dijmin e. Kurd jî ji kurd re dibe dijmin. Heke kurd hemû bibin yek kî dikare bi kurdan çi bike? Lê malbata Barzanî îro yekitiya kurdan xera dike. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand, nasnameya xwe azad bijîn. Êdî bes e divê kurd bibin yek.” 
 
‘DIVÊ ŞER BÊ RAWESTANDIN’ 
 
Rahîme Ataman jî diyar kir ku şerê hatiye destpêkirin ji bo qedandina kurdan e û xwest tavilê şer bê rawestandin û aramî belavî nav xelkê bibe. 
 
‘DEST JI XIYANETÊ BERDIN’ 
 
Yusuf Ataman jî da zanîn ku wê zilma ku xelkê Başûr di dema Saddam de pê re rûbirû mabû îro rêveberiya Barzanî heman tiştî tîne serê kurdan û divê malbata Barzanî tavilê dest ji hevkariya şer berde. Ataman got kurd yek in û xwişk û birayê hev in û divê kurd vê ferq bikin û bibin yek û got: “Hevkariya şer a PDK’ê siberoja kurdan dixe talûkeyê. Ev gavê ber bi talûkeyê ve ne. Ji bo berjwendiyên xwe kurdan daxilî nava şer dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê malbata Barzanî tavilê dest ji xiyanetê berde. Heke ku îro kurdên bakur têk biçin, dê dora bê ser malbata Barzanî. Em vê qebûl nakin û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê xurtkirin.” 
 
‘NIKARIN KURDAN BIQEDÎNIN’ 
 
Haci Yîgît jî destnîşan kir ku li ku dibe bila bibe kurd yek in û divê kurd bibin yek û hevgirtina xwe pêk bînin û dema ev pêk were jî ne Tirkiye ne jî malbata Barzanî dikare kurdan biqedîne. 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn