Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala

  • rojane
  • 19:27 25 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Di Doza Geziyê de şandeya dadgehê cezayê muebbeta giran da Osman Kavala. Her wiha dadgehê ji bo kesên din jî 18 sal cezayê girtîgehê da û xwest ku werin girtin.

Rûniştina duyemîn a danişîna biryarê ya Doza Geziyê ku karmend Osman Kavala û 16 parastvanên mafên mirovan bi sedema protestoyên Parka Geziyê tê de dihatin darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Ji ber hejmara zêde ya parêzer û şopdaran, danişîn li eywana 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran hate dîtin. Kavala, li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mucella Yapici, Can Atalay, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden, Tayfun Kahraman ên di dozê de tên darizandin û parêzeran wan jî di danişînê de amade bûn.

Parêzer Evren Îşler di danişînê de got ku dadger Mûrat Bîrcan li Samsûnê bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê bû. Li ser vê agahiyê, şandeya dadgehê navberekî kin da û piştre dîsa dest pê kir. Di danişînê de parêzerê Kavala, Koksal Bayraktar got ku dadgerekê ku têkiliya wî bi rêberê siyasî re heye hewceye nekare biryarê bide xwest ku Bîrcan xwe ji dozê vekişîne û heke ev yek neyê kirin jî dê şandeya dadgehê red bikin.

Li ser vê yekê şandeya dadgehê biryara xwe da û bi hinceta ku vekişîna dadger û daxwazên redkirinê dê dozê dirêj bike, daxwaza parêzer Bayraktar red kir.

‘DELÎLEK LI HOLÊ TUNE YE’

Bayraktar bi domdarî da zanîn ku heta niha 20 dadgerên vê dozê hatine guherandin û doz, dozeke siyasî ye. Parêzer Tolga Aytore jî diyar kir ku ji bilî delîlên di dosyayê de, tu delîleke din tune ye û dadgeh jî hewl dide wan delîlan bi kar bîne. Aytore, got ku delîlên heyî jî ji axaftinên telefonê pêk tên û ji hêla emniyetê ve hatine nirxandin. Aytore, bertek nîşan da û got: “Wê demê bila walîtî were vê darizandinê bike. Heta niha jî yek pirs ji Kavala nehatiye kirin.”

‘EM XWEDÎ LI GEZIYÊ DERDIKEVIN’

Di danişînê de gotina dawî ji Çîgdem Mater hate pirsîn û wê jî wiha got: “Navê me bi darbekariyê re hate bîranîn. Ez vê yekê red dikim. Li şûna ku hikûmet li pey ciwanên ku li her çar aliyên Tirkiyeyê tên qetilkirin bikeve, hatiye li pey me ketiye. Ez hemû îdiayên derheqê min de têne kirin red dikim û daxwaza beraeta xwe dikim.” Mîne Ozerden û Can Atalay jî bertek nîşan dan û gotin ku heke xwedîderketina li berxwedana Geziyê pirsgirêk be, wê demê ew xwedî lê derdikevin û dê têkoşîna xwe bidomînin.

KAVALA: BI DESTÊ DARAZÊ ÇALAKIYA SUÎQESTÊ HATE KIRIN

Her wiha di danişînê de gotinên dawî yên Kavala jî hate pirsîn û Kavala li ser vê yekê ev tişt anî ziman: “DMME’yê derheqê min de biryara binpêkirinê da. Piştî vê biryarê, tu delîlên ku ne delîl in û pê têm sûcdarkirin rast nînin û daxwaza muebbeta giran a li ser van, hiqûqî nîne. Mîna sûcên di îdianameya duyemîn de, bi destê darazê dîsa çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin.”

DADGEHÊ CEZA DA

Piştî axaftina Kavala jî dadgehê ji bo biryarê navberek da. Piştre jî dadgehê biryara xwe aşkera kir. Şandeyê cezayê muebbeta giran da Kavala û 18 sal cezayê girtîgehê li Çîgdem Mater, Can Atalay, Mucella Yapici, Mîne Ozerden û Tayfun Kahraman birî û xwest ku werin girtin. Piştî biryara dagehê jî kesên beşdarî dagehê bûyîn dirûşm berz kirin.

Kesên ku derheqê wan de biryara girtinê hatiye dayîn ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. 

Sernavên din

30/04/2022
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn