Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir 2025-09-14 10:41:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdema nû ya perwerdeyê dest pê kir.    Sala xwendinê ya 2025-2026’an a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.  Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekaran îsal 713 hezar û 554 e ku di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Mamoste, li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn.   Di dibistanan de ji bo qeydkirina xwendekaran û peydakirina hawîrdoreke perwerdeyê ya guncaw ji xwendekaran re, dewam 7’ê Îlonê dest pê kiribû.   Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre metaryalên ku hatine guhertin. Bi 3 zimanên sereke: Kurdî, Erebî û Suryanî ve têne dayîn. Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.