Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin 2025-09-14 09:03:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê, biryara astengkirinê hat dayin. Biryar, li ser daxwaza Zanîngeha Yuzuncuyilê hat dayin.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21), di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Bi ser mirina wê re salek derbas bû lê hêj jî nediyariya di lêpirsînê de didome. Ji bo parvekirinên têkildarî mirina Rojîn Kabaîşê yên li ser medyaya dijîtal jî biryara astengkirinê hat dayin.    Parvekirinên li ser X’ê ku dihat gotin ku mirina Rojîn Kabaîşê biguman e û daxwaza lêpirsîneke bibandor dihatin kirin, bi biryara hejmar 2025/32 a bi dîroka 8’ê Îlona 2025’an a 8’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Wanê ve hatin astengkirin. Hat zanîn ku biryara astengkirina zêdetirî 200 parvekirin û gelek hesaban, li ser serlêdana Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatiye dayin.