Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin 2025-09-11 12:05:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şerîaya Rojava ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, 2 jê şaredar herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin.    Li Şerîaya Rojava ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, 2 jê şaredar herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin. Ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarê Sile ez-Zahr ê li başûrê bajarê Cenînê yê li Şerîaya Rojava bi ser malan de girt. Hat zanîn ku di serdegirtinan de Şaredarê Sile ez-Zahrê Ebu Alî û 4 kes hatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bajarên Selfît, Cenîn, Tulkerem, Ramallah, Beytullahîm û El Halîlê jî bi ser malan de girt û herî kêm 26 Filistînî hatine binçavkirin.    Artêşa Îsraîlê duh jî Şaredarê Kuzeybeyê ya li bakurê Qudsê Nafiz Hammude binçav kiribû. Di 2’yê Îlonê de jî Şaredarê El Halîlê Teysîr Ebu Sinîne hatibû binçavkirin û bêyî lêpirsîn û darizandinê, di çarçoveya “girtîtiya îdarî” de hatibû girtin.    Girtîtiya îdarî, tê wê wateyê ku Îsraîl li herêmên hukmê lê dike bêyî tawanbariyek an jî darizandinekê bikare Filîstiniyan bigire.