Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin 2025-09-08 09:06:34   STENBOL - Rojnameger Pinar Gayip û Hayrî Tunç ji bo 32’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bang kirin û ji bo pêşbirkê gotin: “Nîşaneya herî şênber a mezinbûna înada gihandina rastiya ya gel e.”    Serlêdanên ji bo “32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” berdewam in. Pêşbirk, her sal ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê îlona 1992’yan de li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin û xebatkarên Çapemeniya Azad ên dema karê xwe dikirin hatine qetilkirin, tê lidarxistin. Rojnameya Yenî Yaşamê pêşbirkê li dar dixe û serlêdanên ji bo pêşbirka 32’yemîn dê di 10’ê Îlonê de bi dawî bibin. Di pêşbirkê de beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên vîdeo û bidîmen”, “Wêne”, “Karîkatur” û “Rojnamegeriya jinê” hene. Berhemên hatine xelatkirin jî dê di 18’ê Îlonê de bên aşkerakirin.    Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û rojnameger Hayrî Tunç, bal kişandin ser kevneşopiya Çapemeniya Azad û banga tevlibûnê kirin.    BI ROLA LÊGERÎNA HEQÎQETÊ RABÛN    Pinar Gayip, pîşeya rojnamegeriyê weke “lêgerîna heqîqetê” nirxand û got: “Kedkarên Çapemeniya Azad jî di vê lêgerîna heqîqetê de bi rola avakirina dîrokê rabûn. Ev rol jî ew bû ku hem belge bikin hem jî dîrokê biguherînin. Rojnamegerên Kurd ên di salên tarî yên 90’î de polîtîkayên şerê taybet derxistin holê, di dema nêz de ku dihat gotin ‘îşkence bi dawî bûye’, îşkenceya ‘avêtina ji helîkopterê’ belge kirin. Her wiha tiştên di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li dijî jinên Kurd tên kirin derxistin holê. Gelek nûçeyên bi vî rengî li dîroka çapemeniyê nivîsandin.”    'RASTIYA GELEKÎ DERXIST HOLÊ’   Pinar Gayipê ji bo tevlibûna pêşbirkê bang kir û ev tişt anî ziman: “Di serî de hempîşeyên me yên ciwan, bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku serî li pêşbirkê bidin û tev li torenê bibin. Apê Mûsa, di bin siya polîtîkayên tunekirin û bişaftinê de rastiya gelekê dihat înkarkirin derxist holê û tiştên dihat xwestin di wê tariyê de bên hiştin derxist holê.”    KEVNEŞOPIYA BI NAZIM Û CÎHANAN DIDOME    Rojnameger Hayrî Tunç jî da zanîn ku Çapemeniya Azad ji roja destpêkê heta niha têkoşîneke mezin dide û got: “Kevneşopiya ku ji wê rojê heta niha bedelên giran da, gelek şehîd da û herî dawî bi şehadeta hevalên me Nazim û Cîhanê girîngiya xwe careke din raxist pêş çavan. Vê kevneşopiyê, nîşan da bê heta niha xwedî pratîkeke çawa ye. Kevneşopiya Çapemeniya Azad, nîşaneya herî şênber a mezinbûna înada gihandina rastiyê ya gel e.”    NE TENÊ XELATEK E   Tunç, daxuyand ku Çapemeniya Azad her tim rastî zext û sansuran hatiye û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşbirk jî amûreke têkbirina vê zext û sansurê ye. Torena xelatê, nîşan da ku Çapemeniya Azad êdî bûye malê gel û heta van rojan hat. Hevalên me yên rojnameger, rojnamegerên ciwan dikarin serlêdanê bikin. Ev ne tenê xelat e, ev nîşaneya wê ye ku ev kevneşopî bi gel re bûye yek, rojnamegerî hînî rojnamegerên ciwan daye. Lewma jî bila hevalên me yên ciwan nebêjin ‘nûçeya min baş nîne’ û xwe paşve bidin. Her wiha bila beşdarî torenê bibin da ku em careke din hêza Çapemeniya Azad nîşan bidin.”    MA / Yeşîm Tukel