Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir 2025-08-26 15:15:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Abdî li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Peymana 10’ê Adarê de hatiye nîqaşkirin.    Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li paytexta Urdunê Ammanê bi şandeya DYA’yê re civiya. Hat zanîn ku di şandeya DYA’yê de ji Partiya Demokrat, endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Senatoyê Senator Jeanne Shaheen, ji Partiya Komarparêz endamê Meclisa Nûneran Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack cih girtin.    Li gorî agahiyên li ser hesabên medyaya dijîtal a nûnerên Rêveberiya Xweser hatine parvekirin, di hevdîtinê de li ser Peymana 10’ê Adarê ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ahmed el-Şera de hatibû mohrkirin, hate axaftin.    Di hevdîtinê de Senator Jeanne Shaheen ragihand ku piştgiriya Washingtonê ya bi HSD’ê re didome û bal kişand ser rola stratejîk a HSD’ê.    Şandeya DYA’yê duh li Şamê bi Ahmed el Şara re hevdîtin kiribû.