Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin 2025-08-21 13:36:28   DÊRSÎM - Rêya Dêrsim-Erzinganê ku bi mehan e xira bûye û nehatiye çêkirin, li ser jiyana rêwiyan xetereyeke mezin çêdike.    Rêya Dêrsim-Erzinganê beriya bi 2 mehan ji ber serdemên nediyar tebiqî bû. Heta niha jî ev rê nehatiye çêkirin. Rê, ji hatin û çûnê re vekirî ye û ji ber ku xera bûye, xetereyeke mezin bi xwe re çêdike. Ajokar û welatiyên herêmê ji bo pêşî li qezayan bê girtin daxwaza çêkirina rê kirin.   Têkildarî mijarê em li Midûriyeta Karê Rêbejan a Dirsimê geriyan. Midûriyetê îdia kir ku agahiya wan ji xirabûna rê nîn e.