Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin 2025-08-20 09:34:49   ENQERE - Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku divê der barê meseleya Elewiyan de jî gav bên avêtin û got: "Divê Tirkiye ji feraseta serdest a dewleta neteweyî xilas bibe."   Komîsyona ku li meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat avakirin, di rûniştina xwe ya çaremîn de xebatên xwe didomîne û guh dide xizmên kesên ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dane.   Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê komîsyonê Celal Firat, der barê komîsyonê û pêvajoyê de nirxandin kir.   Firat diyar kir ku zimanê desthilatê ne zimanê aştiyê ye û got: "Divê ev ziman biguhere. Ev herêm bi salan e gelek êş kişandiye. Zimanê heyî li şûna ku aştiya civakî pêş bixe, pevçûnan gur dike. Aştî mimkun e dema ku her du alî jî rêzê li nirx, kevneşopiyên xwe, ziman û dîroka xwe bigirin. Ez hêvî dikim ku desthilat bi dilsozî nêz bibe, ne bi awayekî siyasî û ji vî zimanê qirêj xalî bibe."    Firat diyar kir ku raya giştî piştgiriyê dide pêvajoyê û dixwaze pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bibe. Firat destnîşan kir ku raya giştî ji desthilatê cudatir li vê pirsgirêkê dinêre û got: "Desthilata heyî, li gor gel, pir paş li vê pirsgirêkê dinêre. Civak di asteke pêşketinê de ye ku ji desthilatdariya siyasî û dewletê wêdetir e. Raya giştî dixwaze der barê çareseriyên pirsgirêkan de gotinê bibêje û diyalogê bike. Ger desthilat û çapemenî zimanê xwe biguherînin, têgihîştina civakî jî dê biguhere."   ‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'   Firat destnîşan kir ku berdana girtiyên siyasî dê di nav gavên sereke yên ku komîsyonê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bavêje de be. Firat got: "Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê ye. Siyaseteke înkarê heye ku ji komarê vir ve berdewam dike. Kurdan gelek êş kişandine; ew ji malên xwe û axa xwe hatine derxistin. Divê em hevxemiyê bikin. Îro, di girtîgehan de girtiyên nexweş hene ku nikarin hewcedariyên xwe bicîh bînin. Divê her kes li ser van pirsgirêkan biaxive. Ger Kurdek bêje, 'Ez nikarim li vî welatî nasname, ziman û kevneşopiyên xwe bi azadî îcra bikim,' divê ev wekî pirsgirêk were hesibandin."   MESELEYA ELEWIYAN   Firat destnîşan kir ku divê ji bilî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin û got: "Ger Elewî hîn jî neçar bimînin ku di sala 2025'an de bibêjin 'Cemxane cihên îbadeta me ne', ev pirsgirêkeke mezin e. Dewlet Elewiyan wekî fikareke ewlehiyê dibîne. Divê Tirkiye ji feraseta netew-dewletê ya serdest xilas bibe. Divê dewlet ji vê feraseta qirêj xalî bibe. Divê rêgeza hemwelatîbûna wekhev were pêkanîn. Divê sîstemek were avakirin ku hemû bawerî karibin xwe îfade bikin. Ev komîsyon derfetek e ku van pîvan û pirsgirêkên dualî çareser bike. Divê em tu pirsgirêkê nehêlin bê nîqaş. Divê komîsyon ji bo parastina maf û azadiyên bingehîn ên Elewiyan jî gavan bavêje. Der barê Elewiyan de di navbera hemû beşên civakê de lihevkirinek heye; Cemxane navendên baweriya wan in. Divê ev yek were gotin û bi zelalî were dîtin. Divê em dev ji wê dîtinê berdin ku cemxane wekî pirsgirêkek ewlehiyê ne. Ji bo vê mijarê sererastkirinên qanûnî hewce ne. Çawa ku Destûra Bingehîn ji bo mizgeftan destnîşan dike, cemxane jî dikarin wekî cihên îbadetê werin naskirin."