Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin 2025-08-19 15:56:32   KONYA - Li Konyayê li dijî zarokek a 4 salî êrişa zayendî hate kirin.    Li navçeya Karatayê ya Konyayê li dijî zarokek a 4 salî êrişa zayendî hate kirin. Hat zanîn ku kesê bi navê Ahmet O. (24) ku ji 11 sûcan qeyda wî heye, êrişa zayendî li zarokê kiriye. Malbatê, di 10’ê Tebaxê de guman ji rewşa tenduristiyê ya zaroka xwe bir û bire nexweşxaneyê. Di kontrola li nexweşxaneyê de derket holê ku zarok rastî êrişa zayendî hatiye. Li ser vê yekê malbatê serlêdana sûc kir.    Ahmet O. (24), hate binçavkirin. Hat zanîn ku ji 11 sûcan qeyda Ahmet O. heye.