Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL 2025-08-19 14:07:47 WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ji bo organîzekirina torena TUGVA’yê îhaleya bihayê wê 631 hezar TL kir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ji bo torena girtina dibistanên havînê yên TUGVA’yê yên bajar, îhale kir. Îhale, di 13’ê Tebaxê de hate kirin û bi 631 hezar û 800 TL’an da firmaya Organîzasyona Meşale Çand Hunerê.     Di şertnameya îhaleyê de cih dan ekrana ledê, dik, pergala deng, lêçûnên Grup Aksiyonê ku dê di torenê de derkeve ser dikê, ala Tirk, posterê serokkomar, ala TUGVA’yê, ala Filistînê, kum, vexwendname, belgeya mezûnbûnê, 3 duçerxe, 5 tablet, 5 saet, 10 hezar av, 6 hezar ava fêkiyan, 8 kek, 40 tîşort, 40 kum û 40 çefiyan.    Di serdema qeyûmê Wanê yê berê de jî ji budçeya şaredariyê milyonan lîre ji TUGVA û komeleyên alîgir re hatibûn pêşkeşkirin.