DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran 2025-08-15 12:28:31 MÊRDÎN - DEDAŞ’ê li Dêrikê tevî leşkeran bi ser gundan de girt û dest danî ser trafoyên cotkaran.    Îro di danê sibehê de komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û leşkeran bi ser gundê Kizileyşanê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de girtin. Serdegirtin, bi îdiayên “deynên ceyranê” û “ceyrana qaçax” hate kirin. Di serdegirtinê de ekîban de danîn ser trafoyên cotkaran. Li gorî agahiyên li ber dest, li gund 6 traf hatine desteserkirin û di navbera leşkeran û şêniyên gund de rageşî derket.    Cotkaran gotin ku garis çandine û bi desteserkirina trafoyan re dê nekarin berhemên xwe av bidin. Cotkaran, anî ziman ku rastî zilma DEDAŞ’ê tên û dê li dijî vê têbikoşin.