‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’ 2025-08-12 09:38:13   AMED -  Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Esra Kahraman diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd li ser zemîna demokratîk, qanûn û aştiyane neyê çareserkirin dê tu destkeftî misoger nebin û got: "Lewma têkoşîna wekhevî û aştiyê, beriya her tiştî têkoşîna jina ye."      Pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî berdewam e. Derdorên cuda yên civakê, gelek caran hêviya xwe ya ji pêvajoyê tînin ziman. Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Esra Kahraman, têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û qonaxa heyî nirxand.      Esra Kahraman, bi bîr xist ku tevgera azadiyê ya Kurd ji sala 1993’yan heta niha dixwaze pirsgirêkê li ser zemîna demokrasî û siyasetê çareser bike û got: “Bêguman geşedanên gelek girîng û biqîmet rû didin. Daxwazên aliyan di çarçoveyekê de tên pêşwazîkirin an jî nayên pêşwazîkirin lê gihiştina vê qonaxê jî gelek biqîmet e. Ji destpêkê ve jin dixwazin di vê pêvajoyê de bi roleke pêşeng rabin û xebatên xwe bi vê boneyê dikin. Ji ber ku ji bo jinan aştî tenê bêdengkirina çekan nîne, avakirina wekheviya civakî ye. Û têkoşîna me jinan jî li dijî newekheviyê û ji bo wekheviyê ye. Qetilkirina jinan a di şer de, dîlgirtina wan, firotina wan a li bazarên koleyan, cînayetên jinan ên niha û hwd. tevek jî encama zîhniyeta mêrê serdest û zîhniyeta kapîtalîst û mêtinger e. Lewma em jin bi temamî li dijî polîtîkayên şer derdikevin, aştiyê diparêzin lewma jî ev hevdîtin pir girîng in. Banga birêz Ocalan pir girîng e. Em jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de dikin û hewl didin jê re sûdewer bin.”    'TÊKOŞÎNA JI BO NÛNERTIYA WEKHEV DÊ BIDOME’    Bi domdarî Esra Kahramanê got ku weke înîsiyatîfê wan di 8’ê Tîrmehê de li pêşiya Meclisê çalakiyeke girseyî li dar xistine û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina komîsyona li Meclisê me dengekî xurt da. Ji ber ku divê aştî li ser zemîneke hiqûqî be û bi yasayan bê misogerkirin. Piştre jî komîsyon hate avakirin. Lê mixabin ji 51 endamên komîsyonê tenê 9 jê jin in. Di komîsyonê de wekhevî tune ye. Em vê bi tundî rexne dikin. Dê têkoşîna me ya ji bo nûnertiya wekhev bidome. Em ê vê komîsyonê ji înîsiyatîfa wan re nehêlin û daxwaza aştiyê ya jin û civakê jê re ragihînin.”    'JIN TEV LI KOMÎSYONÊ BÛNE’   Di dirêjiya axaftina xwe de Esra Kahramanê bi lêv kir ku weke jin ji bo aştiyeke civakî, birûmet û mayinde daxwazên wan ên diyar hene û ev tişt anî ziman: “Ji ewil divê siyaset êdî weke sûc neyê dîtin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, qeyûm paşve bên kişandin û hevşaredar li peywira xwe vegerin. A din jî, divê polîtîkayên newekheviyê bi dawî bibin. Em baş di ferqa vê de ne; heta ku pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk, yasayî û aştiyane neyê çareserkirin dê têkoşîn û destkeftiyên jinan jî di ewlehiyê de nebin. Em baş di ferqa vê de ne û li gorî wê têdikoşin. Weke mînak; heke Tirkiye welatekî ku xebatên xwe li ser zemîneke demokratîk û yasayî dimeşand bûya, heke polîtîkayên wê yên aştiyê hebûna, îro dê ji Peymana Stenbolê derneketa. Lewma têkoşîna wekhevî û aştiyê ji ewil têkoşîna jina ye. Em jî dê ji bo vê û komîsyonê xebatên xwe bidomînin. Dê komîsyonên jêr bên avakirin. Heke civaka sivîl tev li wan komîsyonan bên kirin, wê demê divê teqez jin bên daxilkirin. Em jî daxwazên xwe yên bi vî rengî pêş dixin.”    'JI BO CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ EM Ê ROLA XWE BILÎZIN’    Esra Kahramanê destnîşan kir ku aştiyeke mayinde û civakî di heman demê de dê bibe aştiyeke civakî û axaftina xwe wiha qedand: “Tevahiya tevgera jinan a Tirkiyeyê salên dirêj e têkoşîna aştiyê dimeşîne. Tevgera jinên Kurd, tevgerên feminîst, sosyalîst û hwd. di demên berê de bi hev re Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ava kirin. Niha jî Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ava kirin. Ev tevek jî dê bikin ku di avakirina civakê de, di avakirina aştî û civaka demokratîk de jin bi awayekî çalak û weke kirde tê de cih bigirin. Ji bo aştî tenê bêdengbûna çekan nîne, avakirina wekheviya civakî ye û em jî dê ji bo vê têbikoşin. Her çend em li ser maseyê nebin jî hêviya me heye û ji bo civakîbûna vê pêvajoyê em ê bi roleke çalak rabin.”    MA / Mujdat Can - Fethî Balaman