Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor' 2025-08-11 17:32:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsîngeha Serokwezîrtiyê ya Iraqê ragihand ku Iraq û Îranê peymaneke ewlehiyê ya li ser sînorên hevpar yên her du welatan îmze kirine.   Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê der barê peyamana di navbera Iraq û Îranê de hat îmzekirin peyamek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Meclisa Bilind a Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Larîcanî û şandeya pêre kir. Di civîna hat kirin de têkiliyên di navbera her du welatan de hat nîqaşkirin.   Di civînê de Iraqê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê hate redkirin û hate diyarkirin ku her hewldanek li herêmê dibe sedema rikberiyek li ser asta navxwe, navneteweyî. Iraqê diyar kir ku ew dixwaze piştgirî bide gutûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê.   Her wiha hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya îmzekirina peymaneke ewlekariyê ya di navbera Iraq û Îranê ya li ser xetên sînorên her du welatan kiriye.