Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin 2025-08-10 13:29:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku ew li bendê ne xebatên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Lijneya Rêveber a Gulseven Medyayê Necat Gulseven û Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Tv100’ê Denîz Gurel qebûl kir. Bahçelî, di serdana li navenda giştî ya MHP’ê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de. Bahçelî, got ku piştevaniya hemû partiyên siyasî ya ji bo komîsyona li Meclisê hatiye avakirin girîng e.    Bahçelî, destnîşan kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber geşedanên erênî vekiriye û ev tişt anî ziman: “Tunekirina çekan a PKK’ê helwestekî erênî ye. Weke MHP’ê ji bo aştî çêbibe em xebatên xwe jidil didomînin. Em li bendê ne ku xebatên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.”