Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin 2025-08-05 17:13:09   ENQERE - Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” li komîsyona li Meclisê hate kirin.    Navê komîsyona bi bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû. Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin.    MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.