Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin 2025-08-05 16:40:52   SEMSÛR - Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, bi biryara Wezareta Karên Hundir li erka xwe hate vegerandin.   Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere ku di 5’ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin û di 10’ê Tîrmehê de jî ji erka xwe hatibû dûrxistin, bi biryara Wezareta Karên Hindûr li erka xwe hate vegerandin.