Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan 2025-08-05 14:43:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê Munîr el-Burş, diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de yek jê zarok 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.    Li Xezeyê ku Îsraîl nahêle alîkariyên mirovî jê re bên kirin, karesata mirovî her ku diçe girantir dibe. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê Munîr el-Burş, diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de yek jê zarok 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dane. Heta niha li Xezeyê 94 jê zarok bi giştî 188 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.     Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de herî kêm 60 hezar û 933 welatiyên Filistînî hatine qetilkirin.