QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn 2025-08-03 11:33:14   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê ragihand ku komên girêdayî Dêr Hafirê êrîşî hêzên wan kirine û li hemberî êrîşê mafê parastina rewa hatiye bikaranîn.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrîşa komên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî gundewarê bajarê Dêr Hafir de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:   "Hêzên me li hember êrîşên li dijî Dêr Hafir mafên xwe yên parastina rewa bi kar anîn.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdiayên li ser zimanê ‘Rêveberiya Ragihandinê û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikûmeta Sûriyeyê’ hatine kirine ku nuqteyên wan ji hêla hêzên me ve rastî êrîşekê hatine, red dike. Berevajî wê "komên nedîsplînkirî" ên girêdayî hêzên hikumeta Sûriyeyê şantajkirin û binpêkirinên li eniyên şer ên bi ser herêma Dêr Hafir ve berdewam dikin. Şeva berê wan koman bi zêdetirî dehan topan herêmên şênî lê hene topbaran kirin. Hêzên me jî mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîne û bersiv da cihên jê top hatine avêtin.   Hewlên "Wezareta Parastinê" yên guhertina rastiyan û xapandina raya giştî nakevin xizmetî ewlehî û aramiya welat. Hêzên me li hember êrîş û şantajkirinên dubare yên van koman xwe radigirin. Hêzên me tevgerên wan koman ên kolandina xendekan û anîna çekdaran şopandin. Ev yek niyeta wan a rageşiyê nîşan dide.   Em di demekê de diyar dikin ku pêwîstî bi rêzgirtinê li hember agirbestê heye, em bang li saziyên eleqedar ên hikumeta Sûriyeyê dikin ku bi berpirsiyartiya xwe rabin û wan komên nedîsplînkirî yên ku di bin kontrola wê de dixebitin kontrol bikin."