11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin 2025-08-02 16:38:27   NAVENA NÛÇEYAN – Di salvegera komkujiya Êzidiyan de 11 rêxistinên civaka sivîl, ji bo nasîna jenosîna Şengalê bangî Iraqê kirin.    11 rêxistin, tor û kampanyayên taybet yên di warê enfal û jenosîdê de kar dikin, bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya Şengalê de daxuyaniyek weşandin.   Di daxuyaniyê de bang li Iraqê hate kirin ku fermana Şengalê weke jenosîd binase û wiha hate gotin; “Divê encamên lêkolîna dosyaya Şengalê ji bo raya giştî were eşkerekirin û hêz û komên çekdar ku di parastina Şengalê de berpirs bûn, bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.”   DAXWAZÊN HATINE KIRIN   11 rexistin, tor û kampanyayan daxwazên xwe wiha rêzkirin:   “Divê Iraq tazmînata madî û manewî bide qurbaniyên Êzidiyan. Divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û di zûtirîn dem de tevlîbûna xwe ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îlan bike, daku bê zanîn Iraqa îro û berê jihev cudaye. Divê koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe û alîkarî ji bo wan were dayîn. Pêwîste gorên komî werin vekirin û ji bo aramiyê xebat were kirin. Divê ewlekariya derûnî, civakî û aramiyê ji bo jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin, were dabînkirin. Herwiha pêwîste ji bo dîtina jin û zarokên ku çarenûsa wan nayê zanîn, xebat were bilez were kirin. Divê çeteyê DA ê yên vegeriyane, nêzî herêmên Şîe werin neyên bicih kirin û rûmeta Êzidiyan were parastin.”   11 RÊXISTINÊN KU DAXUYANÎ DANE   Navên rêxistin, tor û kampanyayên ku mohra xwe li binê daxuyaniyê dane wiha ne:   Rêxistina Kurdistana Bê Jenosîdê (KWG)   Tora Rêxistinên Kurd ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî-Koncicc   Tora IKN ya Kurdistanê   Rêxistina Qedexekirina Çekên Kujer yên li Kurdistanê (OAWMD)   Rêxistina Kampanyaya Dadmendiyê-OJC   Rêxistina Cîhanî ya Çekên Kîmyewî û Biyolojîk   Kampanyaya Jiyanê ya li dijî Darvekirinan li Kurdistanê   Kovara Tobzawa   Rojnameya Nugrasalman   Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Qurbaniyên Enfalê   Kurdoside-Chak Kurdistan