Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e 2025-07-30 10:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya bêkariyê ya rastîn derketiye ji sedî 32,9.   Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên Hêza Kar a meha Hezîranê aşkera kir. Li gorî vê yekê, hejmara bêkarên 15 salî û zêdeyî 52 hezar li gorî meha bihurî zêde bû û di Hezîrana 2025'an de gihîşt 3 mîlyon 47 hezarî. Rêjeya bêkariyê bi rêjeya ji sedî 0,2 pûanî zêde bû û daxist ji sedî 8,6. Dema ku rêjeya bêkariyê ya ji bo mêran ji sedî 7,1 tê texmînkirin, ji bo jinan ji sedî 11,4 tê texmînkirin.   Di Hezîrana 2025'an de li gorî meha bihurî hejmara mirovên hatine îstîhdamkirin bi 18 hezarî kêm bû û gihîşt 32 mîlyon 452 hezar kesî, rêjeya kar jî bi 0,1 pûanan kêm bû û daket ji sedî 48,9'an. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,2, ji bo jinan jî ji sedî 31,9 bû.   Di Hezîrana 2025'an de li gorî meha bihurî hêza kedê bi 33 hezar kesî zêde bû û gihîşt 35 mîlyon 498 hezar kesî, rêjeya beşdariyê jî ji sedî 53,5 bê guhertin. Rêjeya beşdarbûnê ji bo mêran ji sedî 71,3 û ji bo jinan jî ji sedî 36,0 bû.   HEJMARA CIWANÊN BÊKAR ZÊDE BÛ   Rêjeya bêkariyê di nava nifûsa ciwan a 15-24 salî de li gorî meha bihurî ji sedî 0,6 zêde bû û gihîşt ji sedî 16,2.   Rêjeya îstîhdamê ya bi demê re, ku ji hêza kar a potansiyel û bêkaran pêk tê, li gorî meha bihurî bi 1,8 pûanan zêde bû û di Hezîrana 2025'an de gihîşt ji sedî 32,9. Dema ku rêjeya îstîhdam ya bêkarî û bêkariyê ya bi demê re têkildar ji sedî 23,0 e, rêjeya entegre ya bêkaran û hêza kar a potansiyel ji sedî 20,3 tê texmîn kirin.