Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin 2025-07-29 16:44:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ heftiya borî 20 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin.   Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 79an de, daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê Rejîma Îranê hefteya borî 20 kes li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê darve kir.    HEZAR Û 477 KES HATIN DARVEKIRIN   Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ragihand ku di saleke serdema serokkomariya Mesûd Pizîşkiyan de, hejmara kesên hatine darvekirin gihişt hezar û 477 kesan. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku hefteya borî bi fermana berpirsê girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerec ya Îranê û cîgirên wî yên bi navê Hesen Qubadî û Îsmaîl Ferec Nejad, zêdetirî 100 pasewanên çekdar yên girtîgehê û hêzên îstîxbaratê, avêtine ser hola girtiyên siyasî û çar girtiyan avêtine hûcreyên take kesî.   DI 12 ROJAN DE ZÊDETIRÎ 2 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN   Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di dewama daxuyaniya xwe de got; “Hefteya borî cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Yequb Direxşan bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ hatiye birîn. Dijî biryarê girtiyên li girtîgehên Qerçek û Tahrana Mezin nerazîbûn nîşandane û bê navber dirûşme avêtin. Serokê Dadweriya Îranê Hisên Muhsînî di daxuyaniyek çapemeniyê bi awayek eşkere ragihand ku ewê welatiyan bêdeng bikin.” Kampanyayê da zanîn ku di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkiriin. Herî dawî Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li azadîxwazan, çalakvanan, xizmên girtiyên siyasî, rêxistinên navnetewî û her kesê kir ku dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.