Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî 2025-07-26 08:57:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM PArtiyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da.  Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.    Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:   “Ji çapemeniyê û raya giştî re,    Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdştineke sê saet û nîvan pêk anî.    Me têkildarî hevdştinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.    Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.    Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.    Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.    Silav û rêz.   Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê   26'ê Tîrmeha 2025'an."