Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû 2025-07-26 08:36:20 STENBOL – Veysî Aktaş ê ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû û tehliyeya wî salek û 3 mehan hatibû taloqkirin, tehliye bû. Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan tehliye bû.   28’ê Nîsana 2024’an weke qanûnî înfaza cezayê wî yê 30 salan temam bû. Lêbelê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Aktaş ji bo salekê hate taloqkirin. Piştî salekê, berdana Aktaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Aktaş ê ku berdana wî salek û 3 mehan hate taloqkirin, 25’ê Tîrmehê ji Girtîgeha Îmraliyê tehliye bû.   DI 2015’AN DE SEWQÎ ÎMRALIYÊ BÛBÛ   Veysî Aktaş, di sala 2015’an de ji bo erka “Sekreterya” li gel Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Narullah Kuran sewqî Girtîgeha Îmraliyê bûbû. Aktaş, ji sala 2015’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê dihate ragirtin.   MA / Dîren Yurtsever