Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê 2025-07-25 16:15:38 ENQERE – Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, ji komên partiyan re têkildarî komîsyona ku li dê Meclisê bê avakirin nameyek şand. Di nameye de der barê hejmara endamên partiyan ên ku dê beşdarî komîsyonê bibin agahî parve kir.  Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, têkildarî naveroka  Komîsyona ku dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê  bê avakirin, nameyek ji komên partiyên siyasî re şand. Li gorî nameya Kurtulmuş şandiye, di komîsyona Meclisê de 51 kesên cih bigirin ji wan 51 kesan AKP’ê bi 21, CHP’ê bi 10, DEM’ê bi 4, MHP’ê bi 4, ÎYÎ Partî bi 3, Yenî Yol jî bi 3 wekîlên dê bên temsîlkirin.    HUDA PAR, YRP, Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û Partiya Demokrat (DP) ku di Meclîsê de komeke wan tune ne, dê di komîsyonê de ji her yekê wekîlek cih bigirin.