Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir 2025-07-23 09:04:42   QERS - Li Qaxizmanê ku di salên dawî de hilberîna mişmişan zêde bûye, mişmiş tên hişkkirin û firotin.   Kurdistan û Tirkiye, bi 142 hezar hektar qada çandiniyê ya mişmişan, li cîhanê di rêza yekem de ne. Li Tirkiyeyê salane bi navînî 800 hezar ton mişmiş tê hilberandin û 70 hezar ton jî yên hişk tên hilberandin. Her çend Meletî, Xarpêt, Mereş û Îdir di hilberandina mmişmişan de bebriçav bin jî, lê li Qersê jî mişmiş tên hilberandin. Li seranserê bajêr li qadeke 13 hezar û 643 deqarî mişmiş tên hilberandin û piraniya van li qeraxa Çemê Arazê tên hilberandin.    Li navçeyê ku 73 hezar û 303 darên mişmişan lê hene, salane zêdetirî 100 hezar ton mişmişan hildiberîne. Li navçeyê her sal qada hilberînê zêde dibe.    Kerîman Aras (75) ku li gundê Deler ê navçeya Qaxizmanê dijî, bi karê mişmişan re bilî dibe. Kerîman Arasê diyar kir ku li gundê wê baxçeyekî sebzeyan û qadeke ku mişmişan hildiberîne heye. Kerîman Arasê got: "ÇLi vir bi piranî mjişmiş tên çandin. Em meha Hezîranê mişmişan kom dikin. Hin kes wan difiroşin hin kes jî wan hişik dikin û paşê difiroşin." Kerîman Arasê got ku îsal gelek cotkar bandor ji terezê girtine û got ku yên piştî terezê mane hişk kirine. Kerîman Arasê got: "Em heta Tîrmehê li benda hişkkirina mişmişan dimînin. Di Tîrmehê de, em mişmişan bi tevahîji şaxên daran berhev dikin. Dû re, em mişmişan yek bi yek ji hev vediqetînin û dendikên  wan derdixin. Em mişmişan li ber tavê radixin. Divê di vê demê de, baran li wan neke. Em ji bo vê rewşê konê xwe amade dikin. Em wan 6-7 rojan di bin tavê de dihêlin."    Kerîman Arasê rave kir ku bi navînî ji 15 kîlo mişmişên ter kîloyek yên hişk dertê û got ku ew salane di navbera 200 û 300 kîloyan de mişmişan hişk dikin. Kerîman Arasê bilêv kir ku ew mişmişên hişkkirî li gorî kalîteya wan pakêt dikin û kîloya wan bi 500-600 TL'yî difiroşin.