Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê 2025-07-21 09:09:39   ÊLIH - Welatiyên Êlihê ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandin, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, berdana girtiyan û mafên bingehîn ji dewletê daxwaza gavavêtinê kirin.   Piştî banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de, komeke gerîla yên ku ji 30 kesan pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li çoltera bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe çekên xwe îmhakirin. Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê dengeke gur veda, lêbelê gavneavêtina dewletê bi welatiyan re fikaran çêdike.   Welatiyên Êlihê pêvajo nirxandin û destnîşan kirin ku gavên PKK’ê erênî ne lêbelê divê dewlet jî gavan biavêje. Daxwazên welatiyên ên sereke ji bo berdana girtiyan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û ji bo mafên bingehîn gavavêtin dewletê ye. Herwiha welatiyan destnîşan kirin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.