Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin 2025-07-17 11:00:39   MÊRDÎN /WAN – Malbatên Arya Tokay û Ronahî Erol ên çeka xwe îmha kirin dan zanîn ku ew kelecana dîtina zarokên xwe piştî bi salan derbas dikin û gotin, "Em li pişt daxwaza zarokên xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û civaka demokratîk sekinînin.”   Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara dawîanîna têkoşîna çekdarî da. Di çarçoveya vê pêvajoyê de roja 11’ê Tîrmehê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesan pêk tê ji bo îmhakirina çekên xwe merasîmeke sembolîk li Şikefta Casenê ya ser bi bajarê Silêmaniyê li Herêma Federe ya Kurdistanê li dar xist.   Di nava koma ku çekên xwe îmha kirin de Arya Tokay (Arîn Hebûn) û Ronahî Erol (Lîlav Azadî) hebûn. Arya Tokay a ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, sala 2014'an tevlî nava refên PKK'ê bû, Ronahî Erol (Lîlav Azadî) sala 2015'an ji navçeya Tûşba ya Wanê tevlî bû. Malbatên wan di merasimê de cara yekemîn kelecana dîtina zarokên xwe dîtin, hêvî kirin ku daxwazên wan bên qebûlkirin û pêvajo bi ser bikeve.   PIŞTÎ 11 SALAN KEÇA XWE DÎT   Piştî 11 salan dayik Vesîle Tokay a ku keça xwe di merasîmê de dît û wiha axivî: “Wê rojê ez bi kelecanî li benda weşandina dîmenan bûm. Haya min jê tunebû ku keça min di nav wan da ye. Dema min li dîmenan temaşe kir, min keça xwe nas nekir. Piştî merasîmê xaltiya wê li min geriya û pirsî , 'Arîn di nava komê de bû ? Te temaşe kir?' Dema ku wêneyekî ekranê ji min ra şand, min ferq kir ku ew keça min e. Ez wê gavê gelekî kêfxweş bûm, em bi bavê wê re bi kêfxweşî giriyan. Ji ber ku me ew dît, me tevliheviyek kêfxweşî û xemgînî dît. Ev 11 sal in te zarokê xwe nedîtiye, tu nizanî sax in an mirî ne û ji nişka ve derdikevin pêşberî te. Me xemgîniyek serbilind hîs kir.”   ‘MIN MERASÎM MERAQ DIKIR’   Vesîle Tokay da zanîn ku roja ku dîmen wê bên weşandin ew pir bi kelecan bûne lê ne li bendê bûn ku keça yek ji 30 gerîlayên di nava hezaran de hatine hilbijartin be û wiha got: "Sedema bingehîn a ez li ber ekranê bûm, pêwendiya xwe bi pêvajoyê re hebû. Min li wêneyan temaşe kir ji ber ku min meraq dikir ka pêvajo dê çawa xuya bibe û dê çi bibe. Ez qet nefikirîm ku keça min dê di merasîmê da be jî. Ez ji destpêkê ve pêvajoyê dişopînim. Min meraq dikir ku dê rêûresmeke çawa be, dê çi bibêjin û peyamên bi çi rengî ragihinin. Dîtina keça min surprîzeke mezin bû."   Vesîle Tokay anî ziman ku tiştên wan di wê kêliyê de hîs kirine gelekî watedar e û got, "Hesteke cuda bû. Min hesteka bi temamî cuda dît. Ev ne hestek e ku ez bikarim rave bikim. Piştî merasîmê ez û hevjînê xwe em heta sibehê radibûn. Em bi hesret li benda daxuyaniya serokkomar Erdogan a piştî merasîmê bûn. Em serê sibehê zû rabûn û me lê temaşe kir. Piştî daxuyaniya Erdogan em hê jî hêviyên xwe zindî dihêlin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê bi ser bikeve."   Vesîle Tokay da zanîn ku wek malbat piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk.    DAXWAZA AŞTIYEKE CIVAKÎ   Dayika Ronahî Erol Heybet Erol diyar kir ku 10 sal in keça xwe nabîne û got, "Dema min keça xwe li merasîmê dît, min hem hesteke kûr a bêrîkirinê hem jî gelekî kelecanî hîs kir. Em ti carî nebûn alîgirê şer ; Yekane daxwaza me ew e ku aştiyeke bi rûmet pêk were.”   Heybet Erol ku diyar kir ku ew weke malbat piştgiriyê didin pêvajoyê û wê berpirsyariyên xwe bicih bînin û wiha got: "Di vê nuqteyê de ti hincetên dewletê nemaye. Divê dewlet gavên pêwîst ên hiqûqî bavêje û lez ê li kiryarên xwe bike. Ev pêvajo ji bo her du aliyan jî erênî û sûdewar e. Bila dayik careke din rondikan nebarîne û bila zarokê kesî nemire. Em dixwazin girtiyên siyasî û nexweş ên di girtîgehan de demildest serbest bên berdan. Em li pişt keça xwe û Birêz Ocalan disekinin."   LIGEL OCALAN IN   Bav Cevdet Erol ku dema keça xwe dît hestiyar bûye û wiha got: "Dema min keça xwe dît ez gelekî kelecanî bûm. Ev kelecana çar parçeyên Kurdistanê bû. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo her du aliyan jî pêvajoyeke erênî ye. Em ê her tim li kêleka vê pêvajoyê û Birêz Ocalan bin. Em ji dil û can ji vê pêvajoyê bawer dikin û amade ne her tiştê dikeve ser milê me bikin. Yekane daxwaza me ew e ku Kurd mafên xwe bidin û di nava biratî û aştiyê de bijîn."   Bav Erol bi bîr xist ku Abdullah Ocalan û PKK'ê peywira xwe bi cih aniye û got, "Weke malbatan çavên me li gavên ku dewlet bavêje ye. Wê rêziknameya qanûnî hebe? Ji bo aştiyê bi rastî jî hewldanên wan hene? Em ê bibînin. Birêz Erdogan di daxuyanîya xwe da dîyar kir ku ewê her tiştê pêdivî bike, bi avakirina komîsyonekê li parlemantoyê. Em jî dixwazin baweriya xwe bi aliyên pêvajoyê bînin. Divê ev şer êdî biqede.”     MA /Ahmet Kanbal - Bîlal Babat