ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-11 09:00:09   * Ji ber nebûna dermankirina nexweşîna Hepatît B'yê, girtiya nexweş Tenzîle Acar a bi nexweşiya tuberkulozê ket, sê sal in ji ber muayeneyên kelepçekirî nikare bê dermankirin. Dayika Tenzîle Acarê, Rismiye Acarê, daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.   * Orman Sakçi ku 30 salên ji jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, anî ziman ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bigihê armanca xwe gavavêtina ewil berdana girtiyên nexweş e.    * Hevseroka SGDF'ê Berfîn Polatê diyar kir ku ew di 10'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomînin û got ku divê lêgerîna edaletê li ser bingeheke yekgirtî be.    * Welatiyên ku beşdarî "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" bûn ku ji hêla DEM Partiyê ve tên lidarxistin, diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêvajoyê gavan bavêje û gotin ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî were misogerkirin.   * Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku bi banga bidîmen a Abdullah Ocalan pêvajo ketiye qonaxeke nû û got: "Birêz Ocalan, PKK û gelê kurd barê ketiye ser milê wan kirine. Niha dora gavavêtinê ya desthilat û dewletê ye."   * PKK, dê di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma çekberdanê li dar bixe. (11.45-14.00) ZINDÎ